Xeberên saziyî

Serkeftiyên Istanbul Photo Awardsê bal kişandin ser bandora kurewî ya fotografan

Ecem Şahinli Ögüç, Asiye Latife Yılmaz  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Serkeftiyên Istanbul Photo Awardsê bal kişandin ser bandora kurewî ya fotografan

Ankara

 Serkeftiyên pêşbirka fotografên nûçeyan a navneteweyî ya Istanbul Photo Awards 2025ê ku Ajansa Anadoluyê (AA) anîn ziman ku fotograf dikarin sînorên siyasî û çandî derbas bikin, ji bo parastina bedewiyan bibin hêviyek.

Istanbul Photo Awards 2025 ku bi qasî 22 hezar fotografî serîlêdana wê hatibû kirin, di 10 kategoriyan da 29 fotograferan xelat sitandin.

Fotograferê Macar Bence Mateyê ku di kategoriya "Siruşta Takeyî û Jîngeh"ê da xelata duyemîniyê sitand û fotograferê Kolombiyayî Camîlo Diazê ku di kategoriya "Werzişa Takeyî" da xelata sêyemîniyê sitand ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin kirin.

Serkeftiyên sala 2025an ên Istanbul Photo Awardsê ku ji destpêkê va bûye platformek cîhanî ku bi hezaran fotografer beşdar dibin, kêfxweşiya xwe ya ji ber wergirtina xelatê anîn ziman.

- Bence Mate

Bence Mateyê ku di kategoriya "Siruşta Takeyî û Jîngeh"ê da bi fotografê xwe yê ku li Afrîkayê di dema rojavabûnê da refeke çûkên ku difirîn kişandibû xelata duyemîniyê sitand, behsa kişandina wî fotografî kir.

Mate diyar kir ku fotograf xwedî hêzeke gerdûnî ye û got, "Fotografekî baş sînorên siyasî û çandî derbas dike. Ew dikare empatî, çalakî û heta îlhama guhertina siyasî bide."

Mate diyar kir ku teknolojî di fotograferiyê da afirîneriyê peyda dike û diyar kir ku ew di heman demê da zehmetiyên nû jî tîne.

Mate destnîşan kir ku ew bi salan e Istanbul Photo Awards dişopîne û got ku ew her sal ji hêz û cihêrengiya wêneyên xelatgir matmayî dimîne.

Fotograferê Macar got, "Istanbul Photo Awards ne tenê nasandinek e, lê di heman demê da piştrastkirinek e, nîşan dide ku heta karên bêdeng û pir caran tenê jî dikarin bandoreke mayînde bikin."

- Camilo Diaz

Fotograferê Kolombiyayî Diazê ku di kategoriya "Werzişa Takeyî" da xelata sêyemîniyê sitand behsa fotografê xwe kir ku di binê avê da kişandibû.

Diazê ku di binê avê da fotografê xozneberekî ku di nava masiyên sardalyayê da soberî dikir kişand, anî ziman ku ji bo kişandina fotografê navborî bi rojan keriyên masiyan dişopandin.

Diaz destnîşan kir ku di fotografê da li tenişt cazîbeya dîtbarî xwestiye balê bikişîne ser bereketa ekosîstemê.

Diaz diyar kir ku ew dixwaze wênekêşiya wî bibe hêviyek ji bo parastina bedewiya xwezayê û got, "Ez difikirim ku kamera navgîneke pir bi hêz e ji bo qencî û xerabiyê."

- "Istanbul Photo Awards"

Istanbul Photo Awards bi pîrozkirina vebêjiya çîroka dîtbarî ra, li ser mijarên krîtîk ên li çaraliyê cîhanê bû kevirê bingehîn ê nûçegihaniya fotoyê ya gerdûnî.

Îsal, pêşbirk di bin sponsoriya ragihandinê ya Turkcell de hate lidarxistin, Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkî (TÎKA) weke sponsorê çalakiyên dervayî welêt û Turkish Airlines (THY) jî weke sponsorê veguhastinê yê qismî piştgirî dayê.

Agahiyên li ser fotografên xelatgirtî û endamên juriyê li ser "istanbulphotoawards.com" têne dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.