Xeberên saziyî

Serkeftiyên Istanbul Photo Awards 2026ê diyar bûn

- Ji wêneyên ku ji çaraliyê dinyayê hatin şandin, berhema bi navê "Xeze, Hêvî Tune" ya ku Haitham Imadê wênevanê Filistînî ji bo EPAyê kişand, xelata "Wêneya Salê" wergirt

Aişe Hümeyra Akgün  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 30.03.2026
Serkeftiyên Istanbul Photo Awards 2026ê diyar bûn

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Serkeftiyên pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan Istanbul Photo Awards 2026 ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) tê lidarxistin, diyar bûn.

Qedera 19 hezar wêneyî serî li pêşbaziyê da û ji 10 kategoriyan 26 wênevanî xelat wergirt.

Ji wêneyên ku ji çaraliyê dinyayê hatin şandin, berhema bi navê "Xeze, Hêvî Tune" ya ku Haitham Imadê wênevanê Filistînî ji bo EPAyê kişand, xelata "Wêneya Salê" wergirt. Di wêneyê da Shamê du salî di hemêza diya xwe da jihalketî dixuyê ku li Nexweşxaneya Nasirê ya li başûrê Xeta Xezeyê ya bi salan e di ber êrîşên Îsraîlê da ye, tedawî dibe.

Serkeftiyên Istanbul Photo Awardsa ku bûye platformeke global, ji hêla juriyê navneteweyî ku ji kesayetên naskirî yên cîhana wênegiriyê pêk tê, di rûniştina online da hatin neqandin.

Ami Vitaleya avakara Vital Impactsê û wênevana National Geographicê, Carol Guzyê nûçegihanê wêneyan, Yuri Kozyrevê nûçegihanê wêneyan ê endamê ajansa NOORê, Goran Tomasevicê nûçegihanê wêneyan ê The Globe and Mail fotoyê, Cameron Spencerê sernûçegihanê wêneyên werzişê yê Getty Imagesê û her wiha nûçegihanên wêneyan Ahmet Sel, Firat Yurdakul, Nicole Tung û Muhammed Muheisen di juriyê da cih girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.