Çand û huner, Xeberên saziyî

Serkeftiyên 2025ê yên Îstanbul Photo Awardsê hatin ragihandin

Aişe Hümeyra Akgün  | 21.03.2025 - Rojanekırın : 24.03.2025
Serkeftiyên 2025ê yên Îstanbul Photo Awardsê hatin ragihandin

Istanbul

 Serkeftiyên pêşbirka navneteweyî ya Îstanbul Photo Awards 2025ê ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar dixe, hatin ragihandin.

Bi nêzî 22 hezar fotografan serîlêdan li pêşbirkê hat kirin û di 10 kategoriyan da 29 fotograferan xelat sitand.

Îsal berhema bi navê "Xeze-Dêr Beleh" a fotograferê Filistînî Saeed Jaras ji bo Fotografê Salê layiq hat dîtin.

Di pêşbirka ku tê da bi giştî di 10 kategoriyan da 30 xelat tê dayin, bihayê 58 hezar dolarî xelat hat belavkirin. Fotografên ku xelat sitandin, ewê li tenişt pêşangehên navwelêt û dervayî welêt, dê di albûma fotografan a ku her sal tê çêkirin da cih bigirin.

Îsal pêşbirka ku bi sponsoriya ragihandinê ya Turkcellê hat lidarxistin, Serokatiya Ajansa Hevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) jê ra bû sponsorê çalakiyan a dervayî welêt û Turkish Airlines ji jê ra bû sponsorê veguhastinê yê qismî.

Agahiyên der barê fotografên ku xelat sitandin û endamên juriyê da li ser malpera înternetê ya "istanbulphotoawards.com"ê hatin weşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın