Xeberên saziyî

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Ekrem Payan  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya AAyê bû Ekrem Payan

Şırnak

 Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.

Şaredar Yarka di pêşbirka ku bi sponseriya lifebox, AJet û Roketsanê tê lidarxistin da, 112 fotografên di 6 kategoriyan da ku ji hêla fotonûçegihan û nûçegihanên AAyê va hatine kişandin û di sala 2025an da li rojeva Tirkiye û cîhanê deng vedan, nirxandin.

Yarkayê ku di kategoriya "Nûçe" da, fotografê "Ji Îsraîlê ra bêje na!" yê Mostafa Alkharouf hilbijart, di kategoriya "Jiyana Siruştî û Jîngeh"ê da dengê xwe da wêneya "Dil bi dil" ê Bestami Bodruk.

Yarka di kategoriya "Werziş"ê da dengê xwe da fotografê "Zimanê Stadan" yê Bunyamîn Çelik, di kategoriya "Jiyana Rojane" da dengê xwe da fotografê "Berxê Şîr" yê Sîdar Can, di kategoriya "Birçîbûn: Xeze"yê da dengê xwe da "Li Xezeyê xwarin li Filistîniyên ku li dijî birçîbûnê li ber xwe didin, hat belavkirin" yê Moiz Salih û di kategoriya "Portre"yê da jî dengê xwe da "Portreya Xwe" yê Ahmet Serdar Eser.

Şaredar Yarkayê ku li fotografên ji bo dengdanê hatine pêşkêşkirin, temaşe dikir, diyar kir ku fotograf hemû bedew in û di hilbijartinê da zehmetî kişandiye.

Yarka wiha got:

"Her yek ji van fotografan bîranînek e. Fotograf di heman demê da rastiyek û beşek ji dîrokê temsîl dikin. Ez pîrozbahiyê li hemû xebatkarên qadê, bi taybetî jî fotonûçegihanên ku ev fotografên bedew kişandine, dikim û spasiya xwe ji wan ra dişînim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.