Xeberên saziyî

Rêveberê Giştiyê MINDS Internationalê Nedomansky: Em gelekî dixwazin ku digel Ajansa Anadoluyê têkiliyên xwe xurt bikin

Rêveberê Giştiyê MINDS Internationalê Wolfgang Nedomansky got, "Ji bo me giring e ku li Tirkiyeyê hevkarekî me yê bihêz û pêbawer heye. Em gelekî dixwazin ku digel Ajansa Anadoluyê têkiliyên xwe xurt bikin."

Ahmet Aydın  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 08.04.2020
Rêveberê Giştiyê MINDS Internationalê Nedomansky: Em gelekî dixwazin ku digel Ajansa Anadoluyê têkiliyên xwe xurt bikin

Ankara

Rêveberê Giştiyê Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Ragihandina Mobîl a Navneteweyî û Xizmeta Data Nûçe (MINDS International) Wolfgang Nedomansky bi boneya 100emîn salvegera avakirina wê pîrozbahî li Ajansa Anadoluyê (AA) kir.

Rêveberê Giştiyê MINDS Internationalê Nedomansky, di nameya xwe ya pîrozbahiyê de ya ku ji Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê û Rêveberê Giştî Şenol Kazancî re şand wiha got, "Ez ji dil û can pîroz dikim. Ajansa Anadoluyê şayenî wê yekê ye ku bi dîroka xwe ya dirêj û giring şanaz be."

Nedomansky herwiha got, "Ji bo me giring e ku li Tirkiyeyê hevkarekî me yê bihêz û pêbawer heye. Em gelekî dixwazin ku digel Ajansa Anadoluyê têkiliyên xwe xurt bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.