Rêveberê AAyê Karagoz di konferansa Di Cengên Enformasyonê da ji Têkoşana Neteweyî ber bi Rikaberiya Gerdûnî va da axivî

Ankara
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz li Zanîngeha Parastina Neteweyî, beşdarî konferansa "Di Cengên Enformasyonê da ji Têkoşana Neteweyî ber bi Rikaberiya Gerdûnî va" bû.
Karagoz di konferansa ku li Komelgeha li Yenî Leventê ya Zanîngehê hat lidarxistin da axivî.
Karagoz anî ziman ku li seranserê dîrokê şer ne tenê bi çekan, belkî bi mêjî, stratêjî û zanînê jî hatine qezenckirin û diyar kir qada cengê bi beja, derya, asîman, feza û cîhana sîber va sînordar nîne.
Karagoz tekezî kir ku ragihandin bûye yek ji eniyên herî giring ên qada cengê û wiha pê da çû:
"Yên ku bihêz in ne tenê li eniyan, di mêjî, bawerî û hestan da jî dikarin serkeftinê bi dest bixin. Hûn dikarin bi stratejiyeke di cih da ya ragihandinê, di cengeke dijwar da hê asantir serbikevin, berovajiya wê jî dibe. Hûn dikarin cengeke asan bi rêbazên ragihandina şaş, bi awayekî kulfetdar yan ser bikevin yan jî têk biçin. Ji ber vê em dixwazin di hemî operasyonan da ragihênerek li ba we be."
Karagoz destnîşan kir ku êdî ceng ne tenê bi çekan lê bi dane, dîmen û îstatîstîkan tên kirin û got, "Hest bi awayê herî kêm bi qasî operasyona eskerî bûye hêzeke diyarker. Di serdema dijîtal da di sefên pêş ên cengê da êdî kamêraman, klavye û algorîtma hene. Di cengên modern da nûçe, zanyariya rast û pêbawerî dibin ji çekên herî giring."
Karagoz der barê "Tepe"ya drona ragihêner a ku AA Tekonolojiyê ew hilberandibû da agahî dan û behsa pirtûkên "Şahid" û "Delîl" ên ku der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatine amadekirin jî kir.
Karagoz destnîşan kir ku giringiyê dide perwerdeya nûçegihaniya cengê û anî ziman ku heta îro 583 rojnamevanên xwemalî û biyanî beşdarî perwerdeyê bûne.
Karagoz tekezî kir ku îro AA bûye çavkaniyeke serekî ya cîhana medyayê û got, bi vîzyon stratêjiya ku ji Mustafa Kemal Ataturk sitandine, li cihê ku nûçe lê hebe ew jî lê ne.
- Karagoz pirtûka "Mehmetçik Eskerên Serfiraziyê" diyarî Rektor Prof. Dr. Afyoncu kir.
Karagoz piştî axaftina xwe bersiv da pirsên beşdaran.
Di bernameyê de Rektorê Zanîngeha Parastina Neteweyî Prof. Dr. Erhan Afyoncu bawernameya spasiyê pêşkêşî Karagoz kir.
Karagoz jî pirtûka bi navê "Mehmetçik Eskerên Serfiraziyê" ku tê da fotografên eskerên Tirk ên ku di operasyonan da ji aliyê nûçegihanên fotoyan yên AAyê va hatine kişandin cih digirin û pirtûka "YILLIK 1923" ya bi taybetî ji bo 100emîn salvegera Komara Tirkiyeyê hatiye amadekirin bi diyarî da Afyoncu.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.