Xeberên saziyî

Pêşengeha duyem a Stenbol Photo Awards 2025ê vebû

Aişe Hümeyra Akgün  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Pêşengeha duyem a Stenbol Photo Awards 2025ê vebû

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya duyem a Stenbol Photo Awards 2025ê ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin, pêşengeha xwe ya duyem li Galeriya Hunerê ya Dolmabahçeyê vekir.

Pêşbirka ku 11 sal in dewam dike, îsal jî hat lidarxistin. Îsal 114 wênegirên ji welatên cuda bi 22 hezar wêneyî va serî li pêşbirkê dan.

Wêne ji aliyê juriya navneteweyî va hatin nirxandin, di 10 kategoriyan da 29 wênegir hatin xelatkirin. Wêneyên ku xelat wergirtin piştî Enqereyê li Galeriya Hunerê ya Dolmabahçeyê ya li Serokatiya Qesrên Neteweyî hatin pêşandan.

Serokatiya Ajansa Hevkarî û Koordînasyona Tirkan (TÎKA) û Rêhewayên Tirk (THY) piştgirî dan pêşbaziya ku îsal bi sponsoriya ragihandinê ya Turkcellê va hat lidarxistin.

Zanyariyên der heqê wêneyên xelatkirî û endamên juriyê da li ser malpera "istanbulphotoawards.com"ê hene.

Pêşangeh heta 7ê Îlonê wê bo ziyaretvanan vekirî be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın