Pêşangeha wêneyan ya ji wêneyên di Istanbul Photo Awards 2025ê da xelat girtine pêk tê li NYê hat vekirin
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz: "Wêne kêliyên ku mirov çavên xwe ji wan direvînin digirin û tiştên ku yên din ji bîr dikin, qeyd dikin."
New York
Pêşangeha wêneyan ya ji wêneyên ku di pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî "Istanbul Photo Awards 2025" ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin da xelat girtine pêk tê, li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi merasimê hat vekirin.
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Tirkiyeyê Ahmet Yildiz, Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz, Rêvebirê Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Aykut Unlupinar, Rêvebirê Bazariyê û Geşkirina Kar yê AAyê Erman Yuksel, Rêvebira Ragihandina Stratejîk û Rêveberiya Marqeyê ya AAyê Hazal Duran, gelek balyoz, dîplomat, nûnerên navneteweyî, akademîsyen, endamên medyayê û mêvanên din beşdarî merasima vekirinê bûn.

Rêvebirê Giştî yê AAyê Karagoz mazûvaniya çalakiyê kir û di axaftina vekirinê ya merasimê da wiha got: "Wêne kêliyên ku mirov çavên xwe ji wan direvînin digirin û tiştên ku yên din ji bîr dikin qeyd dikin."
Karagoz anî ziman ku di seranserê dîrokê da rojnamevan û wênekêşan barê exlaqî hilgirtine û wiha axivî: "Ew şeran nadin destpêkirin, lê ew li xeta eniyan disekinin. Ew nabin sedema êşê, lê qeyd dikin ku dinya nebêje, 'me qet nizanibû.' Wêneyek carinan dibe ku me bide kenandin an jî bide girî. Lê ji hestê wêdetir, ew pir caran delîl e. Delîla jiyanê, delîla zilmê û carinan jî delîla qirkirinê. Wekî ku di vê dawiyê da em li Xezeyê dîsa bûn şahidê wê, ew delîla tiştê ku bi rastî diqewime ye."
Karagoz anî ziman ku ji sala 2015an û vir va nêzîkî 20 hezar wênekêşan ji 200 hezarî zêdetir wêne şandine pêşbirkê û got hema tenê ji bo pêşbirka îsal ji çar aliyên cîhanê 22 hezar serlêdan hatine kirin.
Karagoz piştî axaftinê ji ber piştgiriya wan a pêşangehê spasiya sponsoran kir.
Ahmet Yildizê Nûnerê Mayînde yê Tirkiyeyê yê li NYyê jî bal kişand ku li NYyê pêşandana wêneyên xelatkirî yên ji pêşbaziya Istanbul Photo Awardsê xwedan giringiyeke sembolîk e û her wêneyek di xwe da nirxên NYyê yên rêzgirtina aştî, rûmet û mafên mirovan vedihewîne.
Paul Bascobertê serokê koma Thomson Ruetersê ya sîwana ku Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî di bin xwe da dihewîne jî di nav beşdarên merasimê da cih girt.
Bascobert di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di mijara şahidiya rastiyan da timî baweriya wî bi rola nûçegihaniya wêneyan heye û wiha got, "Wênegir bi tenê wêneyê nakişîne, di heman demê da çarçove, hest û kakilê bûyerê diqefêle û ji hemû dinyayê ra radigihîne."
Bascobert her wiha ji bo Istanbul Photo Awardsê jî wiha got, "Ev pîrozbahiyeke hem hunerê û hem jî giringiyê ye. Li vir mirov hem karên nuwaze û hem jî çarçoveya hestî ya di wêneyan da dikare bibîne. Ji nav wêneyên pêşangehê neqandina wêneyekê zehmet e. Ez difikirim ku wêneyên ji Xezeyê hatine kezeba mirov diperitînin û bi rastî jî wêraniya li wir nîşan didin."
Ji xeynî van, wênegirên li ser asta cihanê navdar ên wekî Wolfgang Schwan, Olga Fedorova û Peter Hambrecht jî di merasimê da amade bûn û her wiha li pêşangehê geriyan û ji nêz va dêhna xwe dan wêneyên xelatkirî.
Pêşangeha li Navenda Giştî ya NYyê ya li New Yorkê dê heya 31ê Cotmehê ji ziyaretê ra vekirî be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
