Xeberên saziyî

Pirtûka "Projeyên Mezin ên Komarê" ya ku Ajansa Anadoluyê amade kir tê firotin

Mehtap Yılmaz Özdemir  | 17.01.2025 - Rojanekırın : 18.01.2025
Pirtûka "Projeyên Mezin ên Komarê" ya ku Ajansa Anadoluyê amade kir tê firotin

Ankara

Pirtûka "Projeyên Mezin ên Komarê" ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) bi piştgiriya Wezareta Gihandin û Binesaziyê va amade kir tê firotin.

Pirtûka ku bi piştgiriya Wezareta Gihandin û Binesaziyê va hat amadekirin û ji 9 beşan pêk tê behsa veberhênan û projeyên mezin ên ku ji îlana Komarê va heta îro hatine kirin, dike.

Beşên sereke yên pirtûkê ji veberhênanên bi serenavên gihandin, ragihandin, tenduristî, vejen û çavkaniyêna vê, pîşesaziya parastinê, teknolojî û pîşesazî, çand û huner, werziş û pêkhateyên îqtisadî pêk tê.

Di pirtûka "Projeyên Mezin ên Komarê" ya ku delîla herî berbiçav a projeyên Komara Tirkiyeyê bi derfetên neteweyî û xwemalî va kirine da cî dane Pireya Şehîdan a 15ê Tîrmehê, pireyên Osmangazî û Yavuz Sultan Selîm, Tunela Avrasyayê, Marmaray, Balafirgeha Stenbolê, trênên bilez. Di berhemê da projeyên ku di warên teknolojî, tenduristî, pîşesaziya parastinê û hewagerî, înşeat, çand, vejen û mîmariyê da hatine bicîanîn tên pêşkêşkirin.


- Proje bi dîrokên vekirinê û taybetmendiyên xwe va cî digirin

Di pirtûkê da pêngavên ku ji bo zêdekirina kapasîteya hilberînê û pêşxistina pîşesaziya parastinê hatin avêtin cî digirin. Digel projeyên ku ji salên ewil ên Komarê va hatine kirin ji Balafira Miharîp a Neteweyî bigire heta Baregeha Zanistê ya Tirkan a Antarktîkayê, ji Toggê heta vejena dikare xwe nû bike gelek hilperîn cî digirin.

Di berhemê da dîrokên vekirinê û taybetmendiyên projeyên ku li hemû dinyayê ji nêz va tên şopandin cî digirin.

Berhem ji ser platformên firotinê yên înternetê û pirtûkfiroşên bijarte dikare bê temînkirin.

- "Em ê ji bo gelê xwe bênavber, bêwestan xebata xwe bidomînin"

Di pirtûka ku bi piştgiriya Wezareta Gihandin û Binsaziyê hat amadekirin da cî dan nêrînên Wezîr Abdulkadîr Uraloglu.

Uraloglu destnîşan kir ku bi reformên aborî yên bingehî gel pêngavên herî mezin ên veberhênan û pêşketinê yên dîroka Komarê dît û ev gotin:

"Bi taybetî veberhênanên ku di warê gihandin û ragihandinê da hatin tetbîqkirin, ji bo pêşketina bazirganiya navneteweyî û fealiyetên me yên hilberînê roleke mezin lîst.


Em bi projeyên ku me heta niha tetbîq kirin va ji bo sala 100emîn a Komarê ji bo 'Sedsala Tirkiyeyê' amade ne û em ê di vê sedsala da çendî projeyan û xizmetan bikin.Ev berhema giranbuha ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê va hat amadekirin û wekî têbîniyeke ku li dîrokê hatiye avêtin ji bo ku mîrateya me ya bi serkeftinan dagirtî ragihînin nifşên nû dê peywireke girîng bi cî bîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.