Xeberên saziyî

Penaberên Efxan yên li Pakistanê dijîn beşdarî Dengdayîna "Wêneyên Salê" bûn

Fatih Gazioğlu  | 13.12.2019 - Rojanekırın : 14.12.2019
Penaberên Efxan yên li Pakistanê dijîn beşdarî Dengdayîna "Wêneyên Salê" bûn

İslamabad

Penaberên Efxan yên ku li kampên Îslamabada paytexta Pakistanê dijîn beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.

Ji penaberan Sana Gul a ku li kampa Efxan Bastiyê dijî, di kategoriya "xeberê" da wêneyê Cîhan Demîrcî yê bi navê "Balafira Binav" hilbijart.

Gulê di kategoriya jiyanê da wêneyê Hasan Namli ya bi navê "Zozanên Hizûrê", di kategoriya sporê da jî wêneyê Alî Atmaca yê bi navê "Hello brother" hilbijart.

Ji penaberan Hesen Ehmed jî di kategoriya "xeberê" da wêneyê Hasan Namli yê bi navê "Em zarokên xwe dixwazin" hilbijart.

Ehmed di kategoriya jiyanê da wêneyê Huseyîn Yildiz ya bi navê "Tankên di nav behrê", di kategoriya sporê da jî wêneyê Alî Atmaca yê bi navê "Hello brother" hilbijart.

Warîs Xanî jî di kategoriya "xeberê" da wêneyê Peter Adones yê bi navê "Jina sergirtî bersiva terorê da" hilbijart.

Xanî di kategoriya jiyanê da wêneyê Halîl Fîdan yê bi navê "Li Heranê Jiyan", di kategoriya sporê da jî wêneyê Abdullah Coşkun yê bi navê "Kelecana Motokrosê" hilbijart.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın