Xeberên saziyî

Nûçegihanê Ajansa Anadoluyê Yasîn Dîkme bi merasimekê hat definkirin

Volkan Kaşik, Okan Coşkun  | 02.10.2023 - Rojanekırın : 04.10.2023
Nûçegihanê Ajansa Anadoluyê Yasîn Dîkme bi merasimekê hat definkirin

Şanlıurfa

Nûçegihanê bi qidem ê Ajansa Anadoluyê (AA) Yasîn Dîkme ku li mala xwe di encama krîza dil de, canê xwe ji dest da, li Şanliurfayê bi merasimekê hat definkirin.

Nûçegihanê bi qidem ê AAê Dîkme ku li buroya Şanliurfayê ya girêdayî Rêveberiya Herêmê ya Gazîentabê wezîfe dikir duhê li mala xwe di encama krîza dil de di 43 saliya xwe de canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Dîkme li taxa Karacurunê, li Goristana Malbatî ya Hîlvanê piştî edakirina nimêja cenazeyê hat definkirin.

Di merasima cenazeyê de tevî malbata Dîkme Serokê Lijneya Rêvberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz, Alîkarê Rêveberê Giştî yê AAyê Oguz Enîs Peru, Kordînatorê Weşan û Produksiyonan ê AAyê Oguz Karakaş, hevkarên wî digel Wekîlserokê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Faruk Bayuk, Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Medyayê Sezaî Balli, nûnerên saziyên çapemeniyê û hejmarek kesên din amade bûn.

Rêveberê Giştî yê AAyê Karagoz sersaxî li malbat û xizmên Yasîn Dîkme kir û ji nêzîk ve bi zarokên Dîkme yên bi navê Ecrîn, Omer û Mehmet Yasîn re mijûl bû.

Karagoz, Fîdan Dîkmeya hevjîna merhûmî jî dît û hêviya sebrê jê re xwest.

Karagoz anî ziman ku Yasîn Dîkme bi jîrbûn û jêhatîbûna xwe ji bo hevpîşeyên xwe nimûneyekî rojnamevanan bû û destnîşan kir ku ewê neyê jibîrakirin û herwiha ewê hemî cure piştevaniyê pêşkêşî hevjîn û zarokên Dîkme bikin.

Dîkmeyê ku di sala 1980î de li Hîlvana navçeya Şanliurfayê ji dayik bû, ji Beşa Weşana Radyo û Televîzyonê ya Zanîngeha Harranê û Beşa KArgêriyê ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bû.

Dîkmeyê ku ji sala 2010an vir va wek kameraman û nûçegihanê AAyê dixebite 2 sal berê bû nûçegihanê bi qidem.

Yasîn Dîkme zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.