Xeberên saziyî

Li Tunceliyê texsîvan beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" yên AAyê bûn

Sidar Can Eren  | 05.12.2021 - Rojanekırın : 07.12.2021
Li Tunceliyê texsîvan beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" yên AAyê bûn

Tunceli

 Li Tunceliyê ajokarên texsiyan beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" yên Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.

Li bajêr hin texsîvanan yek bi yek li wêneyên ku foto nûçegihanên AAyê li welêt û dervayî welêt kişandine nihêrîn û deng dan wêneyên di kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "werziş"ê da.

Texsîvan Gundogan Çag di kategoriya nûçeyê da deng da wêneya Muhammed Enes Yildirim a bi sernavê "Ne hunera Ebrûyê, lê musîlaj e".

Çag di kategoriya jiyanê da jî deng da wêneya Îsmaîl Kaplan a bi sernavê "Rengên xwezayê", di kategoriya werzişê da jî deng da wêneya Siraç Karadeniz a bi sernavê "Kaşûnvanên herêmî".

Fevzi Alan jî di kategoriya nûçeyê da wêneya Aytaç Unal a bi sernavê "Pîlota jin a ewil a helîkoptera êrîşê", di kategoriya jiyanê da wêneya Mehmet Emin Menguarslan a "Dema qûtxwarinê ya çivîkên mozan", di kategoriya werzişê da jî wêneya Mustafa Çiftçi a "Kêfa min li cî ye" hilbijartin.

Gundogan Çag diyar kir ku hemû wêneyên li ber dengdayînê rind in û lewma jî di bijartinê da wî zehmetî kişand.

Çag ji bo dengdayînê serkeftin ji foto nûçegihanan ra xwest û wiha got, "Wêne pir sipehî ne û ez Ajansa Anadoluyê pir ji nêz va dişopînim. Ez ji nûçeyên wê hez dikim û dixwînim."

Fevzi Alan jî diyar kir ku ji hêla naverokê va wêne pir watedar in û wiha got, "Wêneyan pir tesîr li min kirin. Ez hevalên ku ev wêne kişandin pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.