Xeberên saziyî

Ji çapemeniya dinyayê ekîba AAyê cara ewil piştî pevçûnan ket Pêncşêrê

Bilal Güler  | 07.09.2021 - Rojanekırın : 08.09.2021
Ji çapemeniya dinyayê ekîba AAyê cara ewil piştî pevçûnan ket Pêncşêrê

Kabil

Li Efxanistanê Talibana ku ji 34 parêzgehan 33 jê kiribûn bin kontrola xwe, duh sibehê zû ragihandibû ku parêzgeha dawîn Pêncşêr jî hilda bin kontrola xwe.

Ekîba Ajansa Anadoluyê ket Bazarakê ku avahiya parêzgeha Pêncşêrê lê ye û navenda parêzgehê ye.

Hêzên Talibanê yên li ser rêya Pêncşêra 3 saet dûrî paytext Kabulê bi cih bûne, rêbendên xwe ji sînorê parêzgehê pê va zêdetir kirine.

Her wisa bi qasî xuyaniyê, hin hêzên Talibanê amadekariyê dikin ku ji navenda bajêr derkevin.

Her wisa navçeyên Şotûl û Anaba yên li ser rêya Bazarakê kargeh girtî ne û li derva sivîl kêm dixuyên.

Li sertara bajarê Bazarakê yê ku piştî pevçûnan ji çapemeniya dinyayê ewil AA ketê, bi dehan şervanên Talibanê bi wesayîtên zirîpoşan bi cih bûne. Her wiha ji çiya û baniyan hê jî dengê guleyan tê. Hêzên Talibanê yên avahiya walîtiya li navenda Pêncşêrê kirine bin kontrola xwe diyar kirin ku wan hemû hêzên Eniya Berxwedana Neteweyî ji herêmê derxistin.

Eniya Berxwedana Gelê Efxanistanê ya ku Ehmed Mesûdê kurê Wezîrê Parastinê yê berê Ehmed Şah Mesûd serkêşiya wê dike, piştî ku Talibanê Kabul bi dest xistibû, der heqê pergala nû ya rêveberiyê da ya ku dê li welêt were damezirandin, ji Talibanê hin daxwaz kiribûn. Di hevdîtinan da tu encam derneketibû û Talibanêhêzên xwe şandibûn herêmê. Di şerê ku bi qasî hefteyekê dewam kir da herdu aliyan jî ziyaneke mezin dan.

Talibanê duh sibehê zû ragihandibû ku wan Pêncşêr bi temamî bi dest xist û li welêt şer bi awayekî fermî bi dawî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.