Xeberên saziyî

Ji arşîva 100 salî ya AAyê berhevokeke nûçeyan

Ajansa Anadoluyê ku 6ê Nîsana 2020an dê 100emîn salvegera xwe pîroz bike, sed sal e dengê Anadoluyê digihîne dinyayê û herwiha Anadoluyê jî bi geşedanên li dinyayê dihisîne û peywireke girîng tîne cih

İbrahim Atmaca, Önder Beyter  | 25.03.2020 - Rojanekırın : 27.03.2020
Ji arşîva 100 salî ya AAyê berhevokeke nûçeyan

Ankara

 Ajansa Anadoluyê (AA) ku bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk 6ê Nîsana 2020an hat damezirandin, bi minasebeta 100emîn salvegera damezirandinê va nûçeyên xwe yên ku di dirûvê belgeyên dîrokî da ne jinûva servîs dike.

AAya ku di şertên giran ên Şerê Rizgariyê da hat damezirandin û nûçeyên xwe yên ewil, 12ê Nîsana 1920an da servîs kir, sed sal e dengê Anadoluyê digihîne dinyayê û herwiha Anadoluyê jî bi geşedanên li dinyayê dihisîne û peywireke girîng tîne cih.

Ajansa Anadoluyê ku şahidê damezirandina Komara Tirkiyeyê ye, nûçeyên xwe yên ku di dirûvê belgeyên dîrokî da ne, di 100emîn salvegera damezirandinê da dîsa bi aboneyên xwe ra parve dike.

Di nava van nûçeyan da lêkolînên heyeta Cemiyeta Neteweyan ên li Mûsilê, peymanên dostaniyê yên ku Tirkiyeyê ligel Swêd û Çekoslovakyayê îmze kirin û herwiha biryara grevê ya karkeran a li Hamburgê derdikevin pêş.

Hinek nûçeyên ku ji hêla AAyê va sala 1925an bi Osmanî hatin servîskirin ev in:

2yê Nîsana 1925an

- "Varşova - (A.A. Bêtêl) Ji bo ku di navbera Lehistan û Çekoslovakyayê da peymana bazirganî were îmzekirin, 20ê nîsanê heyeteke erkdar a Çekoslovak dê were Varşovayê."

- "Berlin - (A.A. Bêtêl) Karkerên neqliyeya dezgehan ên Hamburgê greva giştî ragihandin da ku maweya wan a şixul berjêrî heşt saetan bikin."

5ê Nîsana 1925an

- "Qahire - (A.A. Bêtêl) Dawiya hefteya borî di encama qederek şewatên ku li gundên Misrê rû dan da çar gund şewitîne. 56 kesî wefat kirine û gelek kes jî birîndar bûne. Teqrîben 1200 xane şewitîne."

- "Cenevre - (A.A.) Heyeta tedqîqê ya Cemiyeta Neteweyan ji Mûsilê vegeriya û roja înê gihîşt Îskenderiyeyê. Heyet wê di nav meha gulanê da raporên xwe amade bike û di hezîranê da pêşkêşî Meclisa Daîmî ya Cemiyeta Neteweyan bike."

8 Nisan 1925

- "Ankara - (A.A) Îro di civîna Meclisa Milet a Mezin da xebera Mebûsê Mêrdînê Dervîş Begê ku ji miqamê riyasetê ye, hatiye dayîn û ji bo hurmeta xatireya merhûm celse du deqîqeyan hatiye tetîlkirin."

12 Nisan 1925

- "Ankara - (A.A) Meclisa Milet a Mezin di civîna xwe ya îro da ji bo biryara ser tefsîra benda 23yemîn a Qanûna Teşkîlata Esasiyeyê, daxwaza Wezîrê Karên Derva Ruştu Beg qebûl kir û biryar mizakere kir."

13 Nisan 1925
- "Ankara - (A.A.) Meclisa Milet a Mezin di civîna xwe ya îro da peymanên ku di navbera Komara Tirkiyeyê û Swêd, Felemenk û Çekoslovakyayê da hatin îmzekirin, qebûl û tesdîq kirin."

22 Nisan 1925

- "Ankara - (A.A) Meclisa Milet a Mezin di civîna xwe ya îro da ji bo îmara cihên lîl li ser qanûna avakirina bankeyê sekinî. Doxtor Hilmî Beg gotiye ku ev mijar ji bo her derê welêt pirsgirêk e û avakirina bankeyê wê ji binê van deynan dernekeve. Ji ber vê yekê jî divê dahatên vê bankeyê seba çêkirina bankeya ewladên şehîdan were xerckirin." Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.