Xeberên saziyî

Hulusî Şahînê Waliyê Batmanê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Hulusî Şahînê Waliyê Batmanê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya bi destê Ajansa Anadoluyê (AA) tê lidarxistin bû.

Haydar Şahin  | 10.12.2019 - Rojanekırın : 11.12.2019
Hulusî Şahînê Waliyê Batmanê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Batman

Hulusî Şahînê Waliyê Batmanê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya bi destê Ajansa Anadoluyê (AA) tê lidarxistin bû.

Şahîn qasî demekê li wêneyên nûçegihan û wênekêşên AAyê li derva û nav welêt kişandine mêze kir û paşê di kategoriyên "xeber", "jiyan" û "spor"ê da wêne hilbijartin.

Walî Şahîn di kategoriya xeberan da wêneya Bulent Ersoz a bi navê "Rêwîtiya Yavuz a ber bi Behra Sipî", wêneya Hansan Namli ya bi navê "Em zarên xwe dixwazin", di kategoriya jiyanê da wêneya Huseyin Yildiz ya bi navê "Li Gola Çildirê mihricana zivistanê", di kategoriya sporê da wêneya Mustafa Yalçin a bi navê "Ji werzişvanên neteweyî selama eskeran" bijart.

Şahîn li ser wêneyên bijart şîrove kir û got, "Ajansa Anadoluyê her sal vê xebatê dike, bi rastî wêne zehf baş in. Nûçegihan di heman demê da wêneyên baş jî dikişînin. Ez wan pîroz dikim, di 3 kategoriyan da jî wêneyên rind hene. Hinekên wan bi jiyana min ra jî eleqedar in. Min qaymeqamtiya Çildirê kiribû. Wêneyên gola cemidî ez birim 20 salên min ên berê. ji ber ku li ser serjimara Kirikhanê qeydkirî me jî wêneya wê derê jî ez birin wê derê."

Walî Hulusî Şahîn diyar kir ku wêneya Hansan Namli ya bi navê "Em zarên xwe dixwazin" di têkoşîna dijî terorê da zehf girîng e.

Şahîn destnîşan kir ku wêneya Bulent Ersoz a bi navê "Rêwîtiya Yavuz a ber bi Behra Spî" zehf xwedîmene ye û wiha pê da çû: "Lewra herdu têkoşîn jî zehf girîng in. Yanî hem li eniyê hem jî di şerê aboriyê da welatê xwe diparêzin. Ji herduyan yekî kêm bihêlin hûnê winda bikin. Hemûyên wan bi mene ne û wêneyên baş in. Ez Ajansa Andoluyê pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın