Xeberên saziyî

Heyeta çapemeniyê ya Qazaxistanê AA ziyaret kir

Heyeta ku ji xebatkarên ajansa nûçeyan, televîzyon û rojnameyan a Qazaxistanê pêk tê bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê

Elif Orhan  | 11.12.2019 - Rojanekırın : 11.12.2019
Heyeta çapemeniyê ya Qazaxistanê AA ziyaret kir

Ankara

Ji Qazaxistanê heyeta çapemeniyê ya ji 9 kesî pêk tê Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.

Heyeta ku ji rojnamevanên giregir, xebatkarên qenalên televîzyonê û ajansên nûçeyan ên Qazaxistanê pêk tê û ji bo ku di çarçoveya "Çalakiyên Roja Serxwebûnê ya Komara Qaazaxistanê" ya ku ji hêla Balyozxaneya Enqereyê ya Qazaxistanê hat amadekirina da têkiliyên herdu welatan di sektora çapemeniyê da pêş bikevin hatin Tirkiyeyê. Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê Metîn Mutangolu heyet ezimand.

Mutanoglu digel fealiyet, zimanên weşanê û armancên AAyê û der barê sazûmana navneteweyî û xebata saziyê da agahî dan heyetê.

Mutanoglu got ku AA ji bo ku têkoşîna rizgariyê ya Anadoluyê ragihîne hemû dinyayê di sala 1920î da hat avakirin û diyar kir ku niha Tirkî jî di nav da bi 13 zimanan xizmetê dide û yek ji saziyên herî girîng ên dinyayê ye.

Mutanoglu wiha axivî: "Welatê herî biîstiqrar a Asyaya Navîn Qazaxistan e. Têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera Tirkiye-Qazaxistanê da gelekî baş in. AA fabrîqeya nûçeyan e, em jî wek AA piştgiriyê didin van têkiliyan. Qazaxistana ku di warê aborî û siyasî da nirxa bilind dibe ye, înşeallah em ê di pêşerojê da jî bibînin ku Qazaxistan hêzdartir bûye."

Mutanoglu destnîşan kir ku tora ragihandinê ya AAyê ji sedî 90ê nifûsa dinyayê dihewîne û behs kir ku li dervayî welêt li 35 welêt û 41 navendan ofîsa saziyê heye, li 100 welatî jî nûnerên wê heye û ji 76 welatan xizmetê dide aboneyên xwe.

Mutanoglu bersiva pirsên heyetê jî da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın