Rêvebirê Weşana Zimanên Dinyayê ya Anadolu Agencyê (AA) Mehmet Ozturk got: "Li Ajansa me piştî ku Servîsa Nûçeyên Farisî vebe, wê ji bo xurtbûna têkiliyên Tirkiye û Îranê mîsyoneke girîng hilde ser xwe."
Ozturk ji bo vekirina ofîsa nû ya Servîsa Nûçeyên Farisî ya AAyê li Tehranê ye. Ozturk û Muhammed Huddadiyê Midûrê Giştî yê ÎRNAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê hatin bal hev.
Ozturk di axaftina xwe da li ser nirx û berjewendiyên hevpar ên her du welatan sekinî û wiha pê da çû: "Têkiliyên Tirkiye û Îranê dîrokî ne. Hem gelek nirxên herdu welatan hevpar in hem berjewendiyên her du welatan hevpar in."
Ozturk got ku ji bo xurtbûna têkiliyan, divê çûn û hatin zêdetir bibin û ji bo xurtbûna dostaniyê divê ew hewl bidin.
Midûrê Giştî yê ÎRNAyê Huddadî jî got ku ÎRNA û AA ji bo xurtkirina têkiliyan girîng in.
Edîtorê Nûçeyên Farisî yê AAyê Hîkmet Gok jî di xurtbûna têkiliyên her du welatan da li ser rola ajansên nûçeyan sekinî.
Gok wiha axivî: "Em dizanin ku Ajansa Nûçeyan a ÎRNAyê li Îranê cihekî xwe yê cuda heye û ji saziyên çapemeniyê yên din cuda ye. Nûçeya rojnameyeke ji rêzê û nûçeya ÎRNAyê ji bo me ne yek e. Ji ber vê çendê em girîngiyê didin nûçeyên ku ÎRNA li ser Tirkiyeyê çêdike."
Dîrektorê Herêma Asya-Kafkasya û Pasîfîkê ya AAyê Yilmaz Yaman, Midûrê Pêşxistina Kar û Ber ya AAyê Yunus Çelîk û Pisporê Têkiliyên Derva yê AAyê Seyfullah Altuntaş jî tevî hevdîtinê bûn.