Fîlma çîroka avakirina Ajansa Anadoluyê tê kişandin
Bursa
Di "Mihrîcana Fîlmên Kurt a 7 Wîlayet û Destê Welayetê ya Navneteweyî ya 10emîn ku Komeleya Ehlê Huner, Sînema û Çandê organîze kir da senaryoya "Mîntanê agirîn" bû yekemîn û fîlma wê jî li Mudanya û Muzeya Mala Ataturk a Bursayê tê kişandin.
Midûriyeta Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Turîzm û Çandê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bursayê, Komeleya Ehlê Huner, Sînema û Çandê bi hev ra Mihrîcana Fîlmên Kurt a 7 Wîlayet û Destê Welayetê ya Navneteweyî ya 10emîn organîze kirin. Di çarçoveya mihrîcanê da mijara jinên Tirk ên di heyama Têkoşîna Neteweyî da hewl dane jî di bin sernavê "Jinên Rizgariyê" da cî girt.
Di pêşbaziya fîlmên kurt a ku çarçoveya mihrîcanê hat kirin da jî senaryoya der heqê Halîde Edîpa ku Erkan Avci nivîsîbû xelata yekemîntiyê hilda û kişandina fîlma wê jî li Mudanya û Muzeya Mala Ataturk a Bursayê dest pê kir.
Tê payîn ku di hefteya ewil a îlonê da fîlm bê weşandin.
Seroka Komeleya Ehlê Huner, Sînema û Çandê Eda Surmelî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku îsal 100emîn salvegera avakirina Komara Tirkiyeyê ye û ji ber vê jî naveroka pêşbaziyê jî "Jinên Rizgariyê" ye.
Surmeliyê destnîşan kir ku di rizgarbûna Komara Tirkiyeyê da jin xwedî kedeke mezin in û wiha domand: "Em fîlma Halîde Edîp Adivarê dikişînin. Ajansa Anadoluyê çawa hatiye damezrandin, ji ber çi ava bûye û ya herî girîng jî Halîde Edîpê ji bo têkoşîna me ya neteweyî çawa piştgirî daye, em ê di fîlmê da qala van yekan bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
