ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay, diyar kir ku ew ji destpêkirina weşana AAyê ya kurmancî û soranî gelekî kêfxweş e, ev guherîneke mezin e û gaveke pir girîng e.
Burkay, di daxuyaniya xwe ya der barê weşana AAyê, ya kurdî de diyar kir ku ev biryareke nû ye û baş e. Burkay, gotinên xwe wiha bi lêv kir:
"Ez gelekî kêfxweş bûm ku Ajansa Anadoluyê dest bi weşana zimanê kurdî dike. Li Tirkiyê ev gaveke erênî ye û bi rastî jî guhartineke erênî nîşan dide. Wan salên dawîn der heqê kurdan de, zimanê kurdan de gavên erênî hatin avêtin, em ji wan kêfxweş bûn. Wek vekirina TRT 6ê, wek vekirina beşên zimanê kurdî li hîn zanîngehan, zanîngeha Artukluyê û zanîngehên din. Ev jî gaveke teze ye. Tiştekî gelekî xweş e, ez we pîroz dikim û ji bo we serkeftinê dixwazim. Ez bawer im gele kurd dê kêfxweş be û ev jî dê valahiyekê tije bike."
Burkay ragihand ku Ajansa Anadoluyê ajansa dewletê ya fermî ye, her çiqas wiha be jî ew dê roleke baş bilîze û axaftina xwe wiha domand:
"Helbet ev ajanseke fermî ye, ya dewletê ye. Bibe nebe ew ê mohra dewletê li ser be. Lê ew dê nûçeyên der heqê kurdan de, nûçeyên der heqê çand û tiştên din de bide, ez bawer im ku dê roleke baş jî bilîze. Der heqê TRT 6ê de jî gotin ku ew qanala dewletê ye, ya fermî ye û ew ne bi xêra kurdan e. Lê me dît ku rastî ne wek gotina wan kesan e. Weşana TRT Şeşê roleke baş leyîst. Ji bo belavkirina zimanê kurdî, pêşvebirina zimanê kurdî baş bû. Bi raya min ev ajans jî wê roleke baş bileyîze."