Xeberên saziyî

Di pêşbaziya kevneşopî ya AAyê da "Wêneyên Salê" diyar bûn

Di kategoriya nûçeyê da wêneya bi navê "Bobelata aşîtê ya li Wanê", di kategoriya jiyanê de wêneya bi navê "Kêfxweşiya Mihemedê pitik" û di kategoriya sporê da jî wêneya bi navê "Qada voleybolê ya ji lastîkan" bûn yekemîn.

Abdullah Tel  | 01.01.2021 - Rojanekırın : 02.01.2021
Di pêşbaziya kevneşopî ya AAyê da "Wêneyên Salê" diyar bûn

Ankara

 Encama dengdayîna pêşbaziya "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) diyar bû.

Di pêşbaziya dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku ji alî AAyê va awayek kevneşopî tê organîzekirin da 76 wêneyên bûyerên girîng ên sala 2020î ku nûçegihanên Ajansa Anadoluyê ji çar aliyê dinyayê kişandibûn, di kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "spor"ê da hatin nîşandan û 394 hezar û 624 kes beşdarî pêşbaziyê bûn û ji bo "Wêneyên Salê" dengên xwe dan.

Di encama dengdayîna ku seranserê meha berfanbarê dewam kir da di kategoriya "nûçe"yê da wêneya Ozkan Bîlgîn a bi navê "Bobelata aşîtê ya li Wanê", di kategoriya jiyanê da wêneya Mihemed Saîd a bi navê "Kêfxweşiya Mihemedê pitik" û di kategoriya sporê da jî wêneya Fecrî Barlik a bi navê "Qada voleybolê ya ji lastîkan" bûn wêneyên yekemîn ên pêşbaziyê.

Di wêneya bi navê "Bobelata aşîtê ya li Wanê" da eskerekî ku li Baxçeseraya navçeya Wanê aşît ketibû û ragirtibû êlegê hevalekî wî yê di bin aşîtê da mabû xuya dike û wê demê radixe pêş çavan.

Di kategoriya jiyanê de wêneya bi navê "Kêfxweşiya Mihemedê pitik" ê ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji Xwedê dayînê va mil û çokên wî tunebû û li ser telîmata Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ew anîbûn Tirkiyeyê û lingên protez pê va kiribûn cî digire. Di wêneyê da kêfxweşiya sebiyê 15 mehî yê ji ber lingên protez xuya dike.

Di kategoriya sporê da jî wêneya bi navê "Qada voleybolê ya ji lastîkan" ku komek zarokên li Sêrtê bi derfetên xwe ji xwe ra qada voleybolê çêkirine û li ser wê qadê dileyîzin tê dîtin.

Encamên dengdayînê ji ser navnîşanên "aa.com.tr/yilinfotograflari" û "aa.com.tr/photooftheyear"ê bi zimanê Tirkî û Îngilîzî dikare bê dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.