Di navbera AAyê û her wiha ajansên nûçeyan ên Malezya û Endonezyayê da rêkeftinname

Ankara
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û her wiha Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Malezyayê Bernama û Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Endonezyayê Antarayê da rêkeftinname hatin nûkirin.
Di çarçoveya ziyaretên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên ji bo Malezya û Endonezyayê da di navbera AAyê û her wiha ajansên nûçeyan ên herdu welatan da rêkeftinname hatin kirin.
Di çarçoveya Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind a li Malezyayê da ya bi beşdariya Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm hat lidarxistin, rêkeftinnameya di navbera AA û Bernamayê da hat nûkirin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz û Seroka Lijneya Îcrayê ya Bernamayê Nûr-ul Afîda Kemaledînê beşdarî merasimê bûn.
Ji aliyekî din va di çarçoveya Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind a Tirkiye-Endonezyayê da di navbera AA û Antarayê da jî rêkeftinname hat nûkirin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Karagoz û Serokê Lijneya Rêveberiya Antarayê Akhmad Munir beşdarî merasima îmzeyê bûn.
Armanca rêkeftinan ew e ku peywendiyên hevkariya pîşeyî bên xurtkirin, zanyarî baştir bên dabînkirin û der heqê geşedanên herêmî û kurewî da kar û xebat bên parvekirin.
Parvekirina zanyarî û tecrubeyan jî ji armancên rêkeftinan e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.