Dengdayîna "Wêneyên Salê" yên AAyê dest pê kir
Ankara
Dengdayîna "Wêneyên Salê" yên ku di sala 2025an da ketine ber objektîfa Ajansa Anadoluyê (AA) û mohra xwe li ser bûyerên giring xistine, dest pê kir.
Pêşbirk bi sponsoriya Life Box, AJet û ROKETSANê tê lidarxistin û her wiha wêneyên salê dê ji nav 112 wêneyên herî balkêş ên nûçegihan û nûçegihanên wêneyan ên AAyê yên der barê mijar û geşedanên giring ên wek şer, siyaset, spor, hawirdor û jiyanê da yên ku bandor li ser rojeva Tirkiye û cîhanê kirine û di çapemeniya navneteweyî da gelek caran hatine bikaranîn bên hilbijartin.
Di dengdayîna "Wêneyên Salê" da ya ku bûye kevneşopî û bi hezaran kes beşdariyê dikin, taybet ji bo îsal 2 kategoriyên bi sernavê "Xeze: Xela" û "Portre" lê hatin zêdekirin.
Di kategoriya "Xeze: Xela"yê da 15 wêne hene ku bobelata însanî ya ji ber xelaya li Xezeyê nîşan didin, di kategoriya "Portre"yê da jî 14 wêne hene ku bi nîşandana reng û rûyê wan va, çîroka însanan raber dike.
- Kategoriyên din
Di kategoriya sereke da jî 4 sernavên wekî "Nûçe", "Jiyana Siruştî û Hawirdor", "Werziş" û "Jiyana Rojane" hene.
Di kategoriya "Nûçe"yê da 20, di kategoriyên "Jiyana Siruştî û Hawirdor" û "Jiyana Rojane û her wiha "Werziş"ê da ji her yekê 21 wêneyên bijartî cih digirin.
Pêşbirk bi jêrnivîsên Tirkî û Îngilizî va li tevahiya dinyayê ji dengdayînê ra vekirî ye û beşdar çiqasî bixwazin, dikarin dengê xwe bidin ewqas wêneyan.
Dengdayîna ku par milyonek û 543 hezar û 367 kes beşdar bûn dê li ser malpera înternetê ya "yilinkareleri.aa.com.tr"yê heta 31ê Rêbedana 2026an saet 17.00an dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
