Dengdayîna "Wêneyên Salê" yên AAyê dest pê kir

Ankara
Dengdayîna "Wêneyên Salê" yên ku di sala 2024an da ketine ber objektîfa Ajansa Anadoluyê (AA) û mohra xwe li ser bûyerên giring xistine, dest pê kir.
Pêşbirk bi sponsoriya ROKETSAN û Sonyê tê lidarxistin û her wiha wêneyên salê dê ji nav 140 wêneyên herî balkêş ên nûçegihan û nûçegihanên wêneyan ên AAyê yên der barê mijar û geşedanên giring ên wek şer, siyaset, spor, hawirdor û jiyanê da yên ku bandor li ser rojeva Tirkiye û cîhanê kirine û di çapemeniya navneteweyî da gelek caran hatine bikaranîn bên hilbijartin.
Di dengdayîna "Wêneyên Salê" da ya ku bûye kevneşopî û bi hezaran kes beşdariyê dikin, taybet ji bo îsal kategoriyeke bi sernavê "Sûriyeya Azad" lê hat zêdekirin.
Her wiha 21 wêneyên bi ser geşedanên li Sûriyeyê yên piştî rûxîna rejima Beas a 61 salan û bidawîbûna serdema malbata Esed da xwar dibin, bi sernavê "Sûriyeya Azad" dê bikevin ber dengdayînê.
Ji kategoriyên sereke di kategoriya "Jiyana Siruştî û Hawirdor"ê da 24, di kategoriya "Jiyana Rojane" da 26, di kategoriya "Nûçe"yan da 41 û di kategoriya "Werziş"ê da jî 28 wêneyên bijartî hene.
Yên beşdarî pêşbirkê dibin, çiqas bixwazin, dikarin dengê xwe bidin ewqas wêneyê.
Dengdayîna ku par 869 hezar û 591 kes beşdar bûbûn dê li ser malpera înternetê ya "yilinkareleri.aa.com.tr"yê heta 31ê Rêbedana 2025an saet 17.00an dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.