Xeberên saziyî

Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê dest pê kir

Ajansa Anadoluyê ew ê 50 wêneyên bijarte yên kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "sporê" bi jêrenivîsên Tirkî û Îngilîzî ji bo hemû dinyayê ji dengdayînê ra veke

Haydar Şahin  | 30.11.2019 - Rojanekırın : 03.12.2019
Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê dest pê kir

Ankara

Ajansa Anadoluyê (AA) wêneyên bûyerên sala 2019an ji bo dengdayîna bijartinê pêşniyaz kir. Di encama dengdayînê da ew ê ji nav wêneyên nûçegihanên AAyê kişandine di 3 kategoriyan da "Wêneyên Salê" werin bijartin.

Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku AAyê di sala 2012an da dabû destpêkirin îsal jî ew ê di 3 kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "sporê" da ji nav 750 wêneyên li Tirkiye, antartîka, Sûriye, Filistîn, Zelandaya Nû, Endonezya, Fransa, Pereva Diranê Fîlê û gelek ciyên dinyayê hatine kişandin werin bijartin.

Her sal Serkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, wezîr, siyasetmedar, burokrat, werzişvan û gelek hunermend beşdarî dengdayîna pêşbaziya "Wêneyên Salê" dibin. Di kategoriya nûçeyan da 17, ya jiyanê da 19 û ya sporê da jî 14 wêne ji bo bijartinê cî digrin.

Xêncî wêneyên ku edîtorên AAyê bijartine wêneyên ku di dengdayîna "Wêneya Mehê" da hatine bijartin jî pêşbaziyê da cî digrin. Di nav wêneyan da wêneyên ku bi destê medyaya dinyayê zêde hatine bikaranîn yên wekî siyaset, spor û jiyanê jî hene.

Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku par 223 hezar kes beşdar bibûnê ew ê îsal jî li ser navnîşanên înternetê yên aa.com.tr/yilinfotograflari û aa.com.tr/photooftheyear were kirin û hetanî 31ê berfanbarê dewam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın