Xeberên saziyî

Balyozê Fransayê yê li Enqereyê Magro AA ziyaret kir

Elif Irmak  | 24.12.2020 - Rojanekırın : 25.12.2020
Balyozê Fransayê yê li Enqereyê Magro AA ziyaret kir

Ankara

Balyozê Fransayê yê li Enqereyê Herve Magro û heyeta pê ra Midûriya Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.

Magro û Alexia Jarrotê Misteşarê Berpirsê ji Polîtîkaya Navxweyî û Ataşeya Çapemeniyê Ayşegul Vurala pê ra bi Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci ra hatin bal hev.

Birêvebirê Weşana Giştî û Alîkarê Midûrê Giştî Metîn Mutanoglu jî beşdarî hevdîtina Kazanci û Magro bû.

Magro diyar kir ji ber ku nû tayînî Tirkiyeyê bû ji bo ziyareta nezaketê hat AAyê û got hêvî dike ku ziyareta wî bibe wesîle ku di navbera herdu welatan da rojeveke erênî çêbe.

Midûrê Giştî yê AAyê Kazanci gote Magro ku sala 2020an 100emîn salvegera damezrîna AAyê ye.

Kazanci der barê xebatên xeberên navneteweyî yên AAyê da Magro agahdar kir û der barê rêxistinbûna Ewropayê ya AAyê da jî agahî da Balyozê mêvan.

Kazanci piştî ziyaretê seta ku ji weşanên AAyê pêk tê diyariyê Magro kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.