Xeberên saziyî

Akademiya Nûçeyan a AAyê di sala 2020î da ji 50 welatan 888 rojnamevan perwerde kir

Akademiya Nûçeyan a armanc dike ku tecrubeya xwe ya nûçegihaniyê ya sed salî bi nûnerên çapemeniyê yên li parzemînên cuda ra parve bike seranserê salê 27 bernameyên perwerdeyê yên cuda li dar xist

Elif Irmak, Abdullah Tel  | 29.12.2020 - Rojanekırın : 30.12.2020
Akademiya Nûçeyan a AAyê di sala 2020î da ji 50 welatan 888 rojnamevan perwerde kir

Ankara

 Akademiya Nûçeyan a Ajansa Anadoluyê (AA) digel şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li hemû dinyayê belav bû îsal bi awayekî rû bi rû û online ji bo ji 50 welatan 888 rojnamevanan bernameyên perwerdeyê li dar xist.

Akademiya Nûçeyan a ku di çarçoveya vîzyona sala 100emîn a AAyê da xebatên xwe didomîne û armanc dike ku tecrubeya xwe ya nûçegihaniyê ya sed salî bi nûnerên çapemeniyê yên li parzemînên cuda ra parve bike seranserê salê 27 bernameyên perwerdeyê yên cuda li dar xist.

Akademiya Nûçeyan a AAyê di heyama şewbê da jî perwerdeyên xwe domandin û di vê çarçoveyê da cara ewil bernameyên perwerdeyê yên online li dar xist.

- Di jimara perwerdeyê da li gor sala 2019an ji sedî 58 zêde bûn

Bernameyên perwerdeyê yên Akademiya Nûçeyan a AAyê digel şert û mercên şewbê li gor sala borî ji sedî 58 zêde bû.

Akademiya Nûçeyan a AAyê par 17 bernameyên perwerdeyê li dar xist û di sala 2020î da vê jimarê derxist 27an. Digel zêdebna ji sedî 58ê di jimara perwerdeyê da zêdebûna saetên dersan jî tevahî li gor sala borî ji sedî 80 zêde bû û 1473 saetan derket 2 hezar û 662 saetan. Di sala 2019an da bi tevahî 567 nûnerên çapemeniyê beşdarî perwerdeyan bûn, ev jimara di 2020î da bû 888.

Jimara nûnerên çapemiyê yên biyanî yên ku beşdarî perwerdeyên Akademiya Nûçeyan a AAyê bûn jî gelekî zêde bû.

Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a 6emîn a dihat plankirin ku di nav salê da ji bo personel û rojnamevanên biyanî bê lidarxistin di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû da hatin betalkirin.

- Li ser mufredatê perwerdeyên cuda yên nû hatin zêdekirin

Akademiya Nûçeyan a AAyê ya ji bo ku rojnamevanên li sehayê pispor bigihîne bernameyên perwerdeyê yên taybet amade dike digel perwerdeyên "Perwerdeya Nûçegihaniya Vejenê", "Perwerdeya Nûçegihaniya Dîplomasiyê" û "Perwerdeya Çapemeniyê ya Nifşa Nû" li ser mufredata 2020î perwerdeyên wekî "Perwerdeya Nûçegihaniya Alîkariya Mirovî", "Perwerdeya Nûçegiyaniya Daneyan" û "Nûçegihaniya Parastinê" jî hat zêdekirin.​​​​​​​

Tevlî perwerdehiyên teorîk perwerdehiyên pratîk ên wek "Li Herêmên Bibuhran Nûçegihanî", Perwerdehiya Droneyê" û "bikaranîna Klavyeya Fyê" jî di nav bernameyê da cî girtin.

Di perwerdehiyan da ji qadroya AAyê 70 perwerdekarî ders dan û 22 perwerdekarên mêvan jî beşdarî bernameyan bûn û qala tecrubeyên xwe kirin. Di van perwerdehiyan da bi tevahî 2 hezar û 662 saet ders hat kirin.

- Ji 50 welatan nûnerên çapemeniyê tevlî perwerdehiyan bûn

AAyê berhevkirinên xwe yên di qada nûçeyan da ku sed sale didomîne bi nunerên çapemeniyê yên welatên dost û bira ne ra jî parve kir û heta niha ji 50 welatan rojnameger beşdarî perwerdehiyên bi destê AAyê hatin kirin, bûn.

Ji herêmên Ewropa, Afrîka, Rojhilata Navîn û welatên Asya Pasîfîk û Asyaya Navîn endamên çapemeniyê beşdarî bernameyan bûn û bi tevahî 466 rojnameger di perwerdehiyên Akademiya Nûçeyan a AAyê da cî girtin.

Bernameya perwerdehiyê tevlî zimanê Tirkî bi zimanên Îngilîzî û Erebî jî hat kirin û rojnamegerên di perwerdehiyan da biser ketin jî sertîfîka hildan.

Bi hevkariya TÎKA û YTBê ra hat kirin da perwerdehiyên di qada medyayê da hatin dayîn.

Akademiya Nûçeyan a AAyê di sala 2020î da bi saziyên wek Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) û Serokatiya Civakên Eqreba û Tirkên Dervayî Welêt (YTB) ra şirîkatî bernameyên perwerdehiyê organîze kir û naverok û beşdarvanan zêde kir.

Di vê çarçoveyê da AAyê bi TÎKAyê ra 10 û bi YTBê ra jî 2 bernameyên perwerdehiyê kir.

Di perwerdehiyên ku nûnerên medyaya welatên dost û bira beşdar bûn da nûçegihanên xwedî tecrube yên AAyê di qada nûçegihaniya înternetê, teknîkên nivîsandina nûçeyan, sepandinên medyaya civakî, têkiliya nûçe û înfografîkê, kişandina dîmen û wêneyan jî di nav da di gelek qadan da serpêhatî û agahiyên xwe bi beşdarvanan ra parve kirin.

- Perwerdehiyên li nav saziyê jî dewam dikin

Perwerdehiyên di nav saziyê da ku Akademiya Nûçeyan ji bo xebatkarên AAyê birêva dibir bi tevdîrên li hemberî şewba Kovîd-19ê va him rû bi rû û him jî awayek înformatîk di nav salê da dewam kirin.

Di naveroka perwerdehiyê ya Akademiya Nûçeyan da îsal bi perwerdeyên bi sernavên Perwerdehiya Zimanê Nûçeyan a Nû, Perwerdehiya Dîksîyonê, Perwerdehiya Nûçegihaniya Nav Ajansê, ÎHA-1 Perwerdehiya Droneyê ya bi Sertîfîka, Perwerdehiya Klavyeya Fyê jî hatin zêdekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın