Xeberên saziyî

Ajansa Nûçeyan ya Tirkan ya ku AA jî bû endamê wê ava bû

Mehmet Yusuf Melikoğlu  | 06.11.2023 - Rojanekırın : 08.11.2023
Ajansa Nûçeyan ya Tirkan ya ku AA jî bû endamê wê ava bû

Istanbul

 Ajansa Nûçeyan ya Tirkan (ATNA) ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) jî bû endamê wê ava bû.

Civîna Medyayê ya Ajansên Nûçeyan yên Tirkan ji hêla Ajansa Anadoluyê va li oteleke Bakirkoyê çêbû.

Civîn bi navê "Civîna Medyayê ya Ajansên Nûçeyan yên Tirkan: Di Medyayê da Yekitî û Vîzyona Dahatûyê " hat lidarxistin û belgeya avabûnê hat îmzekirin.

Ajansa Anadoluyê, Ajansa Nûçeyan ya Dewletê ya Azerbeycanê (AZERTAC), Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya Qirxizan (Kabar), Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya Ozbekistanê (UzA) û Qazcontenta Qazaxistanê belgeya avabûnê ya ajansê îmze kir.

Piştî ku Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya AAyê Serdar Karagoz, Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya AZERTACê Vugar Aliyev, Midûrê Giştî yê Kabarê Mederbek Shermetaliev, Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Qazcontentê Bekzat Zhussupov û Midûrê Giştî yê UzAyê Abdîsaît Kuchîmov belge îmze kirin ajans kete rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın