Ajansa Anadoluyê ku li TEKNOFEST Stenbolê cih digire berhem û xizmetên xwe bi mêvanan da nasandin

Istanbul
Ajansa Anadoluyê (AA) ku li festîvala asîmangerî, feza û teknoljiyê TEKNOFEST Stenbolê cih digire, li ser standa xwe di serî da "Tepe"ya drona nûçegihan a AAyê, gelek berhemên xwe nîşan dide, her wiha çalakî û pêşbirkên xwe pêşkêşî mêvanan dike.
TEKNOFEST Stenbol ya ku bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Taximê Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) tê lidarxistin û her wiha Ajansa Anadoluyê ji bo wê Hevparê Ragihandina Kurewî ye, li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, pêşwaziya mêvanan didomîne.
Di çalakiyê ku ji pêşbirkan bigire heta nimayişên asîmanî gelek çalakî tê da cih digirin, AAyê jî bi standa xwe ya balkêş cihê xwe girt.
Li ser standa AAyê di serî da "Tepe"ya drona nûçegihan a AAyê, gelek berhemên xwe nîşan dide, her wiha çalakî û pêşbirkên xwe pêşkêşî mêvanan dike.
Lîstika basketbolê ya bi berçavkên rastiya sanal wekî yek ji çalakiyên kêfxweş ên li standê tê lîstin û mêvanên ku di lîstikê da berçavkên rastiya sanal didine ber çavê xwe û derfetê dibînin ku li ser ekranê lîstikeke basketbolê bilîzin.
Parkura Klûba Werzişê û parkura nûçegihaniya şer ên AAyê li ser standê hatin danîn ku di heman demê da mêvan derfetê dibînin karînên xwe bidin nîşandan.
Her wiha di çarçoveya pêşbirka ku bi nûçegihanê hişê çêkirî yê AAyê yê li ser standê, ji mêvanan pirsên zanîna giştî têne pirsîn û diyarî ji kesên ku bi ser dikevin ra têne dayîn.
Her wiha li ser standê pirtûkên AAyê di serî da da"Delîl" û "Şahid" ku sûcên şer ên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir va li dijî Filistînê belge dikin û her wiha pirtûkên weke "Li pey Şopa Heyv û Stêrkê" û "Projeyên Mezin ên Komarê" têne nasandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.