Ajansa Anadoluyê di TEKNOFEST KKTCyê da cihê xwe girt

Lefkoşa
Li Komara Tirkan a Qibrisa Bakur (KKTC) Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) hat lidarxistin û Ajansa Anadoluyê ku di nava paydarên medyayê yên mihrîcanê da ye, bi standaka ava kir va jî li qada mihrîcanê cihê xwe girt.
TEKNOFEST KKTCya ku AA şirîkê wê yê ragihandina global e, di hîmayeya Serokomariya KKTCyê û bi rêvebirina Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û 132 saziyên hevkar da li Balafirgeha Ercanê ya berê tê lidarxistin.
AAyê li qada TEKNOFESTê standa xwe vekir û geşedanên li qada mihrîcanê kêlî bi kêlî radigihîne.
- Beşdaran standa AAyê ziyaret kir
Di nava kesên ku standa AAyê ziyaret kirin da zarok jî hene û zarokan xwe da ber standê û wêne dan kişandin.
Personelê saziyê jî ji ziyaretvanan ra danasîna "Drona Nûçegihan" û pirtûkên ku ji AA Kîtapê çap bûne, dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.