Ajansa Anadoluyê dest bi weşana podcastê kir
Weşanên bideng ên Ajansa Anadoluyê wê di çarçoveya Vîzyona Sala 100emîn da êdî ji ser deravên podcastê jî bên guhdarîkirin
Ankara
Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku ji bo pîrozkirina damezrandina sala xwe ya 100emîn amadehiyan û di qada medyayê da jî pêşengiya nûjeniya dike dest bi weşanên bideng kir.
Bi markeya "Ajansa Anadoluyê Podcast"ê va weşana ewil a podcastê bi bernameya "Analîz"ê ya ji hêla pispor û nûçegihanên xwedî tecrube va hat nivîsandin va dest pê kir. Di demeke nêz da wê AA bi bernameyên "Di 60 çirkî da îro" û "Saeta Ajansê" va dest bi weşanên nû bike. Beşên berê yên analîzên ku rojane hatine weşandin jî wê ji ser "Ajansa Anadoluyê Podcast"ê bikaribe bê guhdarîkirin.
Weşanên Podcastê ji ser sepanên Spotify, Apple Podcasts, Google Podcasts, SoundCloud û Castboxê awayek bêpere tê daxistin, him di têlefonên bimerîfet û him jî compîteran da dikare bê bikaranîn.
Peyva podcastê ji "Pod" (hebê biçûk û hêsan) û "broadcast"ê (weşan) pêk tê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Anadolu Ajansı podcast yayınına başladı
— ANADOLU AJANSI (@anadoluajansi) February 7, 2020
Anadolu Ajansının 100. Yıl Vizyonu kapsamında hazırlanan sesli yayınlar, podcast mecralarından dinlenebilecek https://t.co/sKtXN4tfr4 pic.twitter.com/xLckZk0Mua