Ajansa Anadoluyê derbarê xetereya birçîbûnê ya rojnamevanan li Xezeyê da bangawaziyek kir

Ankara
Ajansa Anadoluyê (AA) destnîşan kir ku wê zehmetiya birçîbûn, kêmiya xurek û avê ku piştî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê derketiin holê, rasterast bandorê li rojnamevanên li qadê jî kiriye û got, "Em bangê li rayagiştî ya navneteweyî, saziyên mafên mirovan, rêxistinên rojnamegeriyê û hemû mirovên xwedî wijdan dikin ku bi hev ra li dijî vê tarîtiyê dengê xwe bilind bikin."
Di daxuyaniya AAyê da hat destnîşankirin ku êrîşên rêveberiya Îsraîlê yên li dijî Xezeyê, ku di Cotmeha 2023an da dest pê kirin, bi awayekî qesdî veguherandin jenosîdeke sîstematîk.
Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku gelê Xezeyê rûbirûyê muemeleyeke nemirovane hat hiştin, nexweşxane, perestgeh, dibistan, kampên penaberan, nanpêjxane, çavkaniyên avê û wargehên sivîlan hatin bombebarankirin û bi deh hezaran kes, di nav da jin, zarok û kal û pîr jî hebûn, hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da wiha jî hat gotin:
Sûcên şer ên ji aliyê rêveberiya Îsraîlê va tên kirin roj bi roj qebare, dijwarî û şêweyê xwe diguherîne û zêde dike. Îro tê astengkirin ku xwarin û derman têkevin Xezeyê, karwanên alîkariyê tên hedefgirtin, gihîştina xwarinên bingehîn tê sînordarkirin û gelê Xezeyê bi zanebûn û bi qesdî mehkûmî birçîbûnê tê kirin."
- Bang li civaka navneteweyî hat kirin
Di daxuyaniyê da hat ragihandin wê zehmetiya birçîbûn, kêmiya xurek û avê ku piştî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê derketiin holê, rasterast bandorê li rojnamevanên li qadê jî kiriye û wiha berdewam kir, "Em bangê li rayagiştî ya navneteweyî, saziyên mafên mirovan, rêxistinên rojnamegeriyê û hemû mirovên xwedî wijdan dikin ku bi hev ra li dijî vê tarîtiyê dengê xwe bilind bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.