AAyê encamên hilbijartinê biserkeftî gihand aboneyên xwe

Ankara
Encamên teqez ên Hilbijartina Serokomariyê ya ku di 14ê gulanê da hat kirin ji alî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) va hat eşkerekirin û daneyên ku Ajansa Anadoluyê (AA) jî bi 2 hezar û 500 personelên xwe va ji ser sandoqan berhev kiribû hema bêje ji sedî sed wek hev bû.
Rêveberiya AAyê bi armanca ku bila encamên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28emîn awayê herî baş bigihêje aboneyan ji Sibata 2022an pê va dest bi xebatê kiribûn.
Li Midûriyeta Giştî, Navenda Şopandina Hilbijartinê hat avakirin û ji bo ku xebatkarên AAyê zeptên bi dest hatine îmzekirin bişînin jî nivîsbariya mobîl a taybet hat çêkirin.
Roja hilbijartinê hemû xebatkarên biqadro, bêqadro û nûçegihanên serbest dixebitin jî di nav da 2 hezar û 500 xebatkar û personelên şirketa pê ra lihevkirin jî di nav da herkes çû dibistana lê hatibû wezîfedarkirin. Personelên ji bo AAyê li qadê bûn wêneya zeptên encamên hilbijartinê tê da nivîsandibûn kişandin û li ser bernameya nivîsbariya mobîl bar kirin û şandin Navenda Şopandina Hilbijartinê ku li Midûriyeta Giştî hatibû avakirin.
Her zepta ku bi dest hatibû îmzekirin û li pergalê dihat barkirin ji alî 300 xebatkarên li Navenda Şopandina Hilbijartinê ya AAyê wezîfedar bûn, va hat kontrolkirin û li pergalê hat barkirin.
Daneyên berhevkirî piştî ku qedexeya weşanê ya der heqê hilbijartinê da hat rakirin û ji sedî qismekê sandoqan vebû wê demê parvekirina wan jî dest pê kir.
- AAyê hema bêje ji sedî sed encamên rast gihand ber destê aboneyên xwe
Daneyên ku AAyê piştî rakirina qedexeya weşanê ya der heqê hilbijartinê da parve kir hema bêje ji sedî sed bi encamên teqez ên ku LHByê weşand ra li hev dike.
AAyê di dema ku ji sedî 99,87ên sandoqên li çar aliyê welêt vekiribûn da ragihand ku ji namzedan Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,50, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,89 û Sînan Ogan ji sedî 5,17 û Muharrem Înce jî ji sedî 0,44 ray hilda û ev agahî bi aboneyên xwe ra parve kiribû.
Di encama teqez a ku LHByê weşand da jî ji namzedan Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,52, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,88 û Sînan Ogan ji sedî 5,17 û Muharrem Înce jî ji sedî 0,43 ray hildan.
Di daneyên ku AAyê parve kir da ji bo encama Erdogan ji sedî 0,02, ji bo encama Kiliçdaroglu û Înce ji sedî 0,01 kêmasî çêbû lê ji bo ya Ogan jî sedî sed encaman hev girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.