Xeberên saziyî

AA dîsa bû alîkarê serokê OANAyê

Ajansa Anadoluyê cara sêyemîn e ku wê li ser hev alîkariya serokê Yekîtiya Ajansa Nûçe ya Asya-Pasîfîkê, birêva bibe

Abdullah Tel  | 08.11.2019 - Rojanekırın : 09.11.2019
AA dîsa bû alîkarê serokê OANAyê

Ankara

Ajansa Anadoluyê (AA) di sala 2013an da serokatiya Yekîtiya Ajansa Nûçe ya Asya-Pasîfîkê (OANA) dewr kir lê ev cara sêyemîne ku li ser hev wek alîkariya serok tê hilbijartin.

Civîna Lijneya Giştî ya 17mîn a OANAyê li Seul a paytextê Koreya Başûr bi mazûvaniya Ajansa Nûçeyan a Koreya Başûr (YONHAP) hat kirin.

Di civînê da ji 35 welatan nûnerên 44 ajansên nûçeyan ên endamên OANAyê beşdar bûn û li ser navê AAyê jî Wekîlê Serokê Lijneya Rêvebirinê ya AAyê Muhammet Salih Demirkan û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya di civînê da cih girtin.

- Rêveberiya nû ya OANAyê hat hilbijartin

Di civîna lijneya giştî da Ajansa Nûçeyan a Dewleta Azerbeycanê (AZERTEC) serokatiya heyama 2019-2022an a OANAyê dewrî YONHAPê kir û ew ê di sê salên pêş da wezîfeya Sekreteriya Giştî birêva bibe.

Tevlî AAyê AZERTEC, ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê XINHUA û ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS wek alîkarên serokê OANAyê yên heyama 2019-2022an hatin hilbijartin

AA di sala 1978an da bû endamê OANAyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın