Xeberên saziyî

105emîn Salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê li Stenbolê hat pîrozkirin

Mikail Bıyıklı, İrem Demir  | 08.04.2025 - Rojanekırın : 09.04.2025
105emîn Salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê li Stenbolê hat pîrozkirin

Istanbul

105emîn Salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê (AA) li Navenda Nûçeyên Navneteweyî ya li Stenbolê hat pîrozkirin.

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz di bernameya pîrozkirinê da axivî û destnîşan kir ku ragihandin di dîroka mirovahiyê da beşeke jiyanê bûye û bi bîr xist ku Ajansa Anadoluyê 6ê Nîsana 1920an bi pêşengiya Yunus Nadi û Halîde Edîp Adivar, bi talîmata Mustafa Kemal Ataturk hatiye avakirin.

Karagoz tekezî kir ku ji avabûnê heta îro ajans erka xwe ya veguhastina nûçeyên rast bo raya giştî didomîne û diyar kir ku di dema Mucadeleya Millî da AA yek ji giringtirîn saziyên wê demê bû.

Karagoz anî ziman ku Ajansa Anadolyê di avabûnê da nûçegihanê Mucadeleya Millî, serxwebûn û Komarê bû û îro jî di warê kurewî da fealiyeta xwe didomîne û got, "Bi awayekî pabend bi felsefeya me ya avahiyê, ji her demî çalaktir em xebatên xwe didomînin."

Karagoz diyar kir ku wan binesaziya teknolojîk a AAyê xurt kiriye û qebareya hilberînê ya ajansê zêde kiriye û got ku di qada kurewî da bi çavkaniyên xwe yên mirovî va gihîştine asteke rikaberiyê.

- Ne tenê ajanseke nûçeyan, di heman demê da saziyeke medyayî ye li ser bingeha teknolojiyê

Karagoz bal kişand ku teknolojî ji bo ajansê qadeke stratejîk e û destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê ne tenê bûye ajanseke nûçeyan, di heman demê da saziyeke medyayî ye li ser bingeha teknolojiyê.

Karagoz, anî ziman ku ajans bi binesaziya bernamegerî û pergalên hilberîna naverokê yên ku di pêvajoya veguherîna dîjîtal da pêşxistiye, di sektorê da cudahiyek çêkiriye û got, "Bazinê me yê herî xurt binesaziya me ya teknolojîk e. Me hemû xebatên xwe li ser vê bingehê ava kirin."

- Li herêmên qeyranê hebûna xurt

Karagoz diyar kir ku AA rojane bi qasî 6 hezar naverok, 3 hezar û 912 wêne û 429 vîdeoyan derdixe û diyar kir ku ev qebareya hilberînê hêza ajansê ya wekî saziya çapemeniyê eşkere dike.

- Ji bo 105emîn salvegera AAyê paste hat birîn

Di bernameyê da sînevîzyona danasînê ya derbarê 105 saliya AAyê de û sînevîzyona pîrozbahiyê ya ku bi 13 zimanan ji aliyê xebatkarên AAyê yên li gelek deverên dinyayê dixebitin va hat amadekirin hatin nîşandan.

- Karagoz û xebatkarên AAyê yên pê ra ji bo 105emîn salvegera AAyê kek birîn.

Alîkarên Midûrê Giştî Yusuf Ozhan û Oguz Enîs Peru, Koordînatorê Weşan û Produksuyonan ê AAyê Oguz Karakaş, Koordînatorê Akademî û Weşanan a AAyê Yahya Bostan û xebatkarên AAyê jî beşdarî bernameyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.