Wêne û vîdeoyên mehê eşkere bûn

Ankara
Encamên dengdayîna wêne û vîdeoyan ên meha tîrmehê yên Ajansa Anadoluyê (AA) eşkere bûn.
Di dengdayîna ku li ser malperên AAyê yên Tirkî û Îngilizî hat kirin da li Tirkiyeyê di kategoriya nûçeyan da ji nav 16 wêneyan, di kategoriya jiyanê da ji nav 32 wêneyan, di kategoriya sporê da ji nav 11 wêneyan, li dinyayê di kategoriya nûçeyan da ji nav 31 wêneyan, di kategoriya jiyanê da ji nav 32 wêneyan û di kategoriya sporê da ji nav 26 wêneyan "Wêenyên Mehê", di 2 kategoriyan da ji nav 10 vîdeoyan "Vîdeoya Mehê" hat hilbijartin.
Di kategoriya nûçeyan a li Tirkiyeyê da wêneya Sezgîn Pancar a temirandina agirê ku li sîlfkeya navçeya Mersînê bi daristanê ket û di kategoriya nûçeyên dinyayê da wêneya Muhammed Saîd ya êrîşa ku rejima Beşşar Esed û piştgirên wê li Îdlibê kirin, hatin neqandin.
Di kategoriya jiyanê ya li Tirkiyeyê da wêneya Bestamî Bodruk ya jûjî, ya li dinyayê da jî wêneya Tayfun Coşkun a bilqetava New Yorkê hatin neqandin.
Di kategoriya sporê da li Tirkiyeyê wêneya Omer Urer ya Şenlikên Off-Roadê yên li Duzceyê, li dinyayê wêneya Alî Atmaca ya Olîmpiyatên Tokyoyê a Hatîce Kubraya ku di tekvandoyê da madalyona bronz qezenc kir, hatin neqandin.
Di kategoriya vîdeoyan da li Tirkiyeyê vîdeoya Huseyîn Yildiz a bestelekên ser Çiyayê Agiriyê, li dinyayê jî vîdeoya Hisham K. K. Abu Shaqra ya protestokirina kuştina Muhammed el-Allamiyê Filistînî hatin hilbijartin.