Serîlêdanên "Istanbul Photo Awards 2022yan dest pê kir

Istanbul
Serîlêdanên "Istanbul Photo Awards 2022"yê ya pêşbaziya wêneyan a rojeva dinyayê diyar dike dest pê kir.
Pêşbaziya ku Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo piştgiriyê bide wênekêşiya çapmeniyê li dar dixe îsal cara 8an wê dest pê bike.
Pêşbaziya ku her sal bi hezaran wêne tên şandin ji saziyên çapemeniyê û gelek nûçegihanên serbest eleqeyeke mezin dibîne.
Bi tenê wênekêşên profesyonel dikarin serî lê bidin.
Îsal wê wêneyên di mijara hawîrdor ya hemû dinyayê ji nêz va eleqedar dike da bêne nirxandin û wê di kategariya "Xwezaya Tekane û Hawîrdor" da jî sê xelat bên dayîn.
- Di 7 kategoriyan da serlêdan wê bên kirin
Kesên dixwazin tevlî pêşbaziya Istanbul Photo Awardsê bibin wê bikaribin di kategoriyên "Xebera Tekane", "Xebera Rêzî", "Spora Tekane", "Spora Rêzî", "Jiyana Rojane ya Rêzî ya Canon", "Portreya Rêzî" û"Xwezaya Tekane û Hawîrdor" da serî li pêşbaziyê bidin.
Serîlêdan wê ji hemû wêneyên ji çar aliyê dinyayê yên hatine weşandin û nehatine weşandin ra vekirî be.
Wekî salên din îsal jî juriya navneteweyî ya ji navên bi prestîj pêk tê ew ê wêneyan bijbêrin. Wêneyê ji gelek hêlan va werin nirxandin û encam dê meha adarê bên ragihandin.
Ji bo serîlêdanê dikarin malpera pêşbaziyê ziyaret bikin.
Xelata mezin ew ê bidin kesê ku di kategoriya xebera tekane da bi ser bikeve û 6 hezar dolar jî xelatê were dayîn.
Ji bo kesên di kategoriyan da têkevin rêza ewil serê her yekî 3 hezar dolar ji bo kesên bikevin rêza duduyan 1500 dolar, ji bo kesên têkevin rêza sisêyan jî 1000 dolar xelatê were dayîn. Di kategoriyên "Jiyana Rojane ya Rêzane", "Portreya Rêzane" da jî bi tenê xelata rêza ewil ew ê were dayîn.
Ji xeynî xelatan îsal yekemînên nûçeya tekane û werzişa rêzaneyê dê wênekêşa Canon EOS R3, yekemînên kategoriyên din jî dê wênekêşa Canon EOS R5 bi dest bixin.
Canon, TÎKA û Rêhewayên Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin pêşbaziyê.
Ji bo serîlêdanê dîroka dawîn 15ê Sibata 2022yan e. Li ser malpera "http://istanbulphotoawards.com"ê serîlêdanê werin kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.