Xeberên saziyî

Pirtûka nû ya AAyê "Serkeftina Qerebaxê" çap bû

Ahmet Esad Şani  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 21.01.2022
Pirtûka nû ya AAyê "Serkeftina Qerebaxê" çap bû

Istanbul

Berhema "Serkeftina Qerebaxê" ya ku Weşanên Ajansa Anadoluyê çap kir, gihîşt ber destê xwendevanan.

Pirtûk ji 228 rûpel û 3 qisman pêk tê û roj bi roj bi wêne û grafîk behsa Serkeftina Qerebaxê dike.

Di rojên ku medyaya cîhanê çav û guhê xwe girtibû û rastiyên herêmê nedidît û nedibihîst, Ajansa Anadoluyê her kêliya şer bi fedakarî, wêrekî û profesyonelî şopand û ji hemû dinyayê ra ragihand.

Nivîsa pêşkêşiyê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat nivîsandin. Di pirtûkê da roj bi roj bi wêneyan va behsa Serkeftina Qerebaxê tê kirin.

Berhema ku wekî arşîv e, li mixazeyên D&Ryê, malperên înternetê yên "kitapyurdu.com" û "idefix.com" di serî da li pirtûkfiroşên ser înternetê dikare bê peydakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.