Xeberên saziyî

Ajansa Anadoluyê dê nûçeyên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î bi 12 zimanan biweşîne

Murat Keleş  | 19.07.2021 - Rojanekırın : 22.07.2021
Ajansa Anadoluyê dê nûçeyên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î bi 12 zimanan biweşîne

Tokyo

 Ajansa Anadoluyê (AA) dê nûçeyên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î bi 12 zimanan biweşîne ku dê bi mazûvaniya Japonyayê 23yê Tîrmehê Înê dest pê bikin.

Nûçe, wêne û dîmenên olîmpiyatên li Tokyoya paytextê Japonyayê ku dê ji 18 branşan dê 108 werzişvanên neteweyî beşdar bin, ji hêla Ajansa Anadoluyê va dê ji aboneyan ra bên serwîskirin.

- Bi 12 zimanan dê bên weşandin

Nûçeyên AAyê yên li ser olîmpiyatan dê bi Îngilizî, Erebî, Fransî, Rûsî, Farisî, Îspanyolî, Endonezî, BXS (Boşnakî, Xirvatî, Sirbî), Albanî, Makedonî, Soranî û Kurmancî ji dinyayê ra bên ragihandin.

Nûçeyên lîstikên ku stêrkên li ser asta dinyayê navdar jî dê beşdar bin, ji ser medyaya civakî dê bi etîketa "#Tokyo2020" bên parvekirin.

- Ekîba AAyê dê li cihê wê turnuwayê bişopîne

Ekîba AAyê ku ji 8 kesan pêk tê, dê li cihê wê olîmpiyatan bişopîne.

Ji destpêkê heya dawiyê di olîmpiyatan da Tîma Neteweyî ya Tirk di serî da der heqê hemû werzişvanan da nûçeyên milmilaneyan, civînên çapemeniyê, hevpeyvîn û çavdêrî dê bi werzişhezan ra bên parvekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.