AAyê metnên rêgezên bingehîn ên qanûna bingehîn a Sûriyeyê ya herdu aliyan pêşkeş kiribûn bidest xist

Geneve
Tura şeşemîn a civînên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê li Ofîsa Cenewreyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin û metnên der heqê xalên bingehîn ên qanûna bingehîn da ku him heyeta muxalifan û him jî heyeta aliyê rejima Beşşar Esed pêşkeş kiribûn, hatin bidestxistin.
Hevdîtinên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê di 30yê Îlona 2019an da li Cenewreyê bi beşdarbûna 150 endaman va dest pê kir û heta tura 5emîn ji ber pêkutana erdê ya heyeta rejimê lihevkirin çênebû.
Rejimê ji wê tûrê pê va mijarên wek têkoşîna li dijî terorê ku divê li ser nehata sekinîn anî rojevê û nehişt ku komîte li ser armanca xwe ya sereke kar û bar bike.
Rejima Esed, saziyên civakî yên sivîl û nûnerên muxalefeta Sûriyeyê jî ku her komek ji 15 kesan pêk tê û ji bo qanûna bingehîn navê "Koma Biçûk" li wan hatiye danîn piştî 9 mehan ji bo hevdîtinên tura şeşemîn li Cenewreyê careke din hatin bal hev.
Di civîna ku 17ê Cotmehê roja yekşemê ji alî Nunerê Taybetê Sûriyeyê yê NYê Geir O. Pedersen va hat organîzekirin da hat ragihandin hemû alî ji bo amadekirina pêşnûmaya qanûna bingehîn a Sûriyeyê lihevkirin.
Li ser wê daxuyaniyê heyeta rejimê di tura 6emîn a 18ê Cotmehê hat kirin da mijarên serdestî, serxwebûn û yekîtiya axê jî tê da metna ji 6 xalan pêk dihat, pêşkeş kir.
Ajansa Anadoluyê metna rejimê ya ku mijarên serdestî, serxwebûn û yekîtiya axê di nav xwe da dihewîne bi dest xist.
Di xala ewil a metna pêşnûmaya ku rejimê pêşkeş kiribû da ev heye: "Komara Ereb a Sûriyeyê ji bo hmû karên xwe yên navxweyî ji derva tu mudaxaleyekê qebûl nake û ew deweteke serbixwe ya serdest e."
Di metna pêşnûmaya qanûna bingehîn da xala 5emîn jî wiha hatiye nivîsandin: "Komara Ereb a Sûriyeyê perçeyek ji rûyê dinyayê ye û bi nasnameya xwe ya Ereb jî şanaz e û ji bo hedefa xwe ya yekîtiya miletên Ereb jî piştgiriyê dide yekîtî û bihevratiya bihember a Ereban."
Di xalên din da jî "yekîtiya axa" Sûriyeyê û "hêzên derva" cî girtin.
- Di metna ku muxalifan pêşkeş kir da jî "ewlehiya neteweyî" û artêş" derketin pêş
Di hevdîtinên tura pêncemîn a Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê da ku di 25-29ê Rêbendanê hat kirin da ji bo nivsandina qanûna bingehîn gava ewil a berbiçav ji alî muxalifan va hat avêtin.
Muxalifan 10 xal nivîsîn û pêşkeşî Komîteya Qanûna Bingehîn kiribûn lê heyeta li ser navê rejimê li dijî derket û heta niqaşkirina xalan jî red kir.
Muxalifên Sûriyeyî di vê turê da metna 4 xalên der heqê ewlehiya neteweyî, artêş, beşên ewlehiyê û mijarên îstixbaratê jî tev bûn, pêşkeşî Pedersen kirin.