Xeberên saziyî

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Hülya Ömür Uylaş, Mert Davut  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Ankara

 Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek beşdarî dengdayina "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.

Wezîr Şîmşek di pêşbirka ku bi sponsoriya lifebox, AJet û Roketsanê tê lidarxistin da, 112 fotografên di 6 kategoriyan da ku ji hêla fotonûçegihan û nûçegihanên AAyê va hatine kişandin û di sala 2025an da li rojeva Tirkiye û cîhanê deng vedan, nirxandin.

Şîmşek di kategoriya "Birçîbûn: Xeze"yê da dengê xwe da "Li Xezeyê xwarin li Filistîniyên ku li dijî birçîbûnê li ber xwe didin, hat belavkirin" yê Moiz Salih, di kategoriya "Portre"yê da jî dengê xwe da "Rastgeldî" yê Cem Ozdel, di kategoriya "Nûçe" da, fotografê "Ji Îsraîlê ra bêje na!" yê Mostafa Alkharouf hilbijart.

Şîmşekê ku di kategoriya "Werziş"ê da dengê xwe da fotografê "Ruxbiya Heriyê" yê Cem Genco hilbijart, di kategoriya "Jiyana Siruştî û Jîngeh"ê da dengê xwe da wêneya "Di cara pêşî da" yê Berkan Çetîn, di kategoriya "Jiyana Rojane" da dengê xwe da fotografê "Di binê baranê da kêf li cih e" yê Harun Ozalp.

- "Hebûna Ajansa Anadoluyê hêza welatê me nîşan dide"

Wezîr Şimşek, bal kişand ser wê rastiyê ku AA malbateke mezin e û li ser wêneyan got, "Wan ne tenê ji Tirkiyeyê, lê di heman demê da ji cîhanê jî li ser ekranê berhevkirinek berfireh a zanînê nîşan dane."

Şimşek tekez kir ku AA xwedî toreke wênekêşên pir jêhatî ye û got ku wî di hilbijartina wêneyan da pir zehmetî kişandiye.

Şîmşek destnîşan kir ku wî wêneyên ku balkêş, têkildar, an jî bûyerên rojane bi awayekî rast nîşan didin hilbijartine û got, "Min dît ku gelek fotograf ji çar aliyên cîhanê, bi taybet ji herêmên bi pirsgirêk, ji erdnîgariyên ku xetere û aloziyên jeopolîtîk lê zêde ne, hatine kişandin. Bi rastî jî ev hewldanek cidî temsîl dike. Ev ji bo welatê me fersendeke mezin e. Hebûna AAyê hêza welatê me nîşan dide û me bi awayê herî xurt temsîl dike. Ev hewldana kevneşopî, cihê şanaziyê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.