Serokê TBMMyê Kurtulmuş mêvanê Maseya Edîtorên AAyê ye
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li Maseya Edîtoran ya AAyê pirsên der barê rojevê da dibersivîne
TBMM
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş dê beşdarî Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) ye
Civîna Maseya Edîtoran dê di saet 11.00an da li Salona Merasimê ya Meclisê dest pê bike.
Serokê TBMMyê Kurtulmuş dê pirsên der barê rojevê da bibersivîne û biaxive.
Der heqê xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji bo "Tirkiyeya Bêteror" li TBMMyê ava bû, civîna awarte ya Lijneya Giştî ya TBMMyê ya bi mijara "Xezeyê" û her wiha geşedanên herêmî û kurewî yên rojane da dê ji Kurtulmuş pirs bên pirsîn.
Daxuyaniyên Serokê TBMMyê Kurtulmuş dê li ser malpera înternetê ya AAyê "www.aa.com.tr" bên weşandin û dê ji ser hesabên AAyê yên medyaya civakî kêlî bi kêlî bên şopandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
