Selçuk Bayraktar û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz li TEKNOFESTê serdana standan kir

Adana
Serokê Lijneya Rêveberiya TEKNOFESTê û Heyeta Mutewllî yê Weqfa Taximê Teknolojiya Tirkiyeyê (Weqfa T3ê) Selçuk Bayraktar û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz li TEKNOFEST Adanayê serdana standan kir.
TEKNOFEST a di ajokariya sereke ya Weqfa T3ê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê tê lidarxistin û AA jî şirîkê wê yê ragihandina global e, li Balafirgeha Adanayê di roja sêyemîn da berdewam e.
Bayraktar û Karagoz li qada festîvalê serdana hinek standan kirin û bi xwendekar û hinek beşdarên din ra fotograf kişandin.
Ji aliyê din va Serdar Karagoz bi Rektorê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Necdet Unuvarê ku di dema serdanê da pêrgî wî hat ra sohbet kir.
Karagozê Rêveberê Giştî yê AAyê piştra li TEKNOFEST Adanayê derbasî standa Ajansa Anadoluyê bû û bi xebatkarên AAyê ra civiya.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.