Xeberên saziyî

Pirtûka AAyê "Têkoşîna Tirkiyeyê ya bi DEAŞê ra" derket

Ev pirtûk ji nûçeyên AAyê yên der barê DEAŞê da bûn, hat berhevkirin û ji bo xwendekaran jî berhemeke wek arşîv e.

Abdullah Tel  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 04.12.2019
Pirtûka AAyê "Têkoşîna Tirkiyeyê ya bi DEAŞê ra" derket

Ankara

ANKARA (AA) - Pirtûka Ajansa Anadoluyê (AA) ya bi navê "Têkoşîna Tirkiyeyê ya bi DEAŞê ra" ku ji nûçeyên AAyê pêk tê û tê da qala operasyonên Tirkiyeyê yên ewlehiyê ku bi armanca berterefkirina DEAŞ û gefên wê bir serî dike, derket.

Di vê xebatê da qala heyama derketina DEAŞê, belavbûna wê, têkçûna wê, êrîşên wê yên li çar aliyê dinyayê, qadroya serkêşên wê, êrîşên wê yên li Tirkiyeyê, têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DEAŞê, bîlançoya wê û Hereketa Mertalê Feratê tê kirin.

Ev pirtûk ji nûçeyên AAyê yên der barê DEAŞê da bûn, hat berhevkirin û ji bo xwendekaran jî berhemeke wek arşîv e.

- "Di têkoşîna bitesîr a li dijî terora gerdûnî da wek rêber e."

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci di pêşgotina pirtûkê da bi bîr xist ku Tirkiye cîranê Iraq û Sûriyeyê ye, bi vê taybetiya xwe li ser rêya Şervanên Terorîst ên Biyanî (ŞTB) cih digire û ji ber vê jî bû welatê herî zêde rastî talûkeya DEAŞê hat.

Kazanci got ku Tirkiye li erdnîgariya Îslamê wek mînak tê nîşandan, ji ber vê taybetiya xwe jî DEAŞa rêxistina terorê ew ji xwe ra wek hedef hilbijart û di Adara sala 2014an da dest bi êrîşên xwe kir lê Tirkiyeyê ew di 30yê Îlona sala 2013an da wek rêxistina terorê îlan kiribû.

Di nivîsa xwe da Kazanci ragihand ku ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ya li çar aliyê welêt 304 welatiyan can da û 1374 welatî jî birîndar bûn.

Kazanci diyar kir rêxistina terorê li welatên rojava jî êrîşên kuştinê bir serî lê di nav wan welatan da zirara terorê ya DEAŞê herî zêde gihîşt Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Tirkiyeyê di çarçoveya mijara ŞTBê ya ku bi DEAŞê ra ketin rojeva dinyayê da bi gavên him di qada neteweyî da, him di qada herêmî da û him jî di qada navneteweyî da avêt va bû yek ji welatên sereke. Ev pirtûka di destê we da qala heyama derketina DEAŞa rêxistina terorê, belavbûna wê, têkçûna wê, êrîşên wê yên li çar aliyê dinyayê, qadroya serkêşên wê, êrîşên wê yên li ser Tirkiyeyê û têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî wê dabû tê kirin."

Kazanci ragihand di nav mutefîqên NATOyê da welatê ku yekoyek û li qadê bi DEAŞê ra têkoşiya Tirkiye bû û armanca Hereketa Mertalê Feratê bi bîr xist û ji kesên di amadekirina pirtûkê da xwedî ked in ra jî spas kir.

Hûrgilî û agahiyên berfireh ên der barê weşanên AAyê û hemû pirtûkên wê da li ser navnîşana "https://www.aa.com.tr/tr/aa-yayinlari"yê hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.