Pêşengeha "Istanbul Photo Awards 2021ê" li Enqereyê wê bê vekirin

New York
Wêneyên di pêşbaziya navneteweyî "Istanbul Photo Awards 2021" a ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) hatibû lidarxistin da xelat hildan wê li New Yorkê di pêşengehê da bên nîşandan.
Pêşengeha " "Istanbul Photo Awards 2021" bi piştgiriya Fona Nasandina Serokwezîriyê û Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) û sponsoriya Rêhewaya Tirk (THY) a fermî va wê bi qasî du hefteyan li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê wê ji bo hunrhezan bê pêşandan
Wêneya Mohammed Shajahanê Bangladêşî ku bi berhema xwe ya "Hezkirina Dayikê" va xelata "Fotografê Salê" sitend jî di nav da nêzî 40 wêne wê di pêşengehê da bên nîşandan.
Kokteyla vekirina pêşengehê jî sibê bi merasimeke fermî li Turkevî ya meha borî li New Yorkê hatibû vekirin wê bê kirin.
Di kokteyla vekirinê da Nunerê Daîmî yê NYê yê Tirkiyeyê Balyoz Ferîdun Sînîrlîoglu, endamê Lijneya Rêveberiya AAyê Îsmaîl Çaglar û Alîkarê Midûrê Giştê yê AAyê Oguz Enîs Perû jî wê li wê derê bin.
Pêşengaha ku bê vekirin wê paşê derbasî Navenda Giştî ya NYê bê kirin û heta 29ê Cotmehê wê li wê derê vekirî bimîne.