Pêşangeha çarem a sala 10em a Istanbul Photo Awardsê li Enqereyê vebû
Ankara
ANKARA (AA) - Pêşangeha çarem a sala 10emîn a Istanbul Photo Awardsê ya ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) ve hat lidarxistin, li Enqereyê hat vekirin.
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya AAyê Serdar Karagoz, Balyozê Enqereyê yê Filistînê Faed Mustafa, Balyozê Enqereyê yê Sirbîstanê Aca Jovanovic û Balyoza Enqereyê ya Nîkaraguayê Tatiana Daniela Garcia beşdarî pêşangehê li CerModernê bûn.
Karagoz daxuyand bi saya wêne û dîmenên ku gelek rojnamevanan kişandine sûcên şer û nijadkujî di dîrokê de hatine belgekirin û wiha got: "Em jî di vê serdema ku îro lê dijîn da dengê wîcdanê ne ku rastiyê derdixin holê."
Karagoz got Ajansa Anadoluyê bi pirtûk û belgefîlmên xwe yên bi navên "Delîl", "Şahid" û "Bersûc" va hewl dide ku bibe dengê wîcdanê.
Karagoz destnîşan kir ku Istanbul Photo Awardsa ku sala wê ya 10emîn e gelek wêneyên ji hev bi qîmettir yên ku şahidiya dîrokê dikin nîşanî însanan dide, roj bi roj mezin dibe û dibe pêşbirka wêneyan ya herî bi rûmet a ku herî zêde kes beşdar dibin.
Karagoz diyar kir ku di sala 2024an da ji 118an zêdetir neteweyên cuda 20 hezar wêne beşdarî pêşbirkê bûn û di 10 kategoriyan da 32 wênegir hêjayî xelatê hatin dîtin.
Karagoz bi bîr xist ku serlêdanên ji bo Istanbul Photo Awards 2025an wê di 10ê Çileya Paşîn a 2025an da biqedin.
Karagoz ji ber mazuvaniyê spasiya Navenda Hunerê ya CerModernê kir, ji bilî wê Karaoz ji ber sponsoriya wan spasiya TÎKA, Sony, THY û Turkcellê jî kir.
Piştî axaftinê endamê juriyê ya Istanbul Photo Awards 2024ê Firat Yurdakul û Karagoz ji mêvanan re behsa çîrokên wêneyan kirin.
![]()
