Juriya Istanbul Photo Awards 2026ê hat eşkerekirin
Istanbul
Juriya pêşbirka wêneyan ya navneteweyî ya navdar Istanbul Photo Awards 2026ê ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê va tê lidarxistin, hat eşkerekirin.
Pêşbirk kesên ku di gelek warên wekî werzîş, jîngeh, portre û şer da wênekêşên pispor in wekî jurî dîsa tîne bal hev.
Di nav juriyê da xwediyên xelatên Pulîtzer û World Press Photoyê jî hene.
Di juriya îsal da nûçegihana wêneyan Carol Guzy, ji Ajansa NOORê Yurî Kozyre, ji The Globe and Mailê nûçegihanê wêneyan Goran Tomasevîc, wênekêş û derhênera belgefîlman a National Geographicê Amî Vitale, nûçegihanê wêneyan ê sereke yê werzîşê yê Getty Imagesê Cameron Spencer û nûçegihanên wêneyan ên Tirk Ahmet Sel û Firat Yurdakul hene.
Wênekêşên navdar ên navneteweyî Nîcole Tung û Muhammed Muheîsen jî tevlî juriya sala 2026an bûn.
Istanbul Photo Awards di sala 2026an da di 10 kategoriyên ku di nav da nûçe, werzîş, siruşt, jîngeh, jiyana rojane û wênekêşiya portreyê heye da serlêdanan qebûl dike.
Wênekêş di kategoriya wênekêşiya tekane da dikarin herî zêde bi 4 wêneyan va serî li pêşbirkê bidin.
Di kategoriya rêzewêneyan da jî ew dikarin herî zêde bi 2 rêzewêneyan ên ku ji 10 wêneyan pêk tên va serî lê bidin.
Her beşdar tevahî dikare 120 wêneyan va serî li pêşbirkê bide.
Turkcell îsal jî sponsorê ragihandinê ya pêşbirkê ye.
Kesên ku di pêşbirkê da bi ser bikevin wê di meha adarê da bên eşkerekirin.
Agahiyên berfireh ên der barê jurî, pêşbirk û serlêdanê da li ser malpera înternetê "www.istanbulphotoawards.com"ê tên parvekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
