Xeberên saziyî

Ji bo beşdarbûna Kongreya Webîtê firsendeke taybet

Kesê li ser înternetê herî zêde piştgiriyê bistîne dê bi derfetên taybet bikaribe beşdarî Kongreya Webîtê ya Kûrewî ku Anadolu Agency (AA) sponsoriya wê ya çapemeniyê dike bibe.

23.10.2013 - Rojanekırın : 23.10.2013
Ji bo beşdarbûna Kongreya Webîtê firsendeke taybet

ANKARA

Kongreya Webîtê ya Kûrewî li Navenda Kongreyê ya Halîçê di 6-7ê çiriya paşîn de dê bê lidarxistin. Ji hin dewletan, sektorên dîjital, teknolojî û telekomunîkasyonê dê di vê kongreyê de cih bigrin. Hat diyarkirin kesê ku li ser înternetê ji bo Kongreya Webîtê ya Kûrewî herî zêde piştgiriyê bistîne dê bibe xwediyê xelatekê. Kesê yekemîn bi derfetên "Platîn Paso"yê ve bi balafirê di pola "Business Class"ê de dê seyahet bike û bê Îstanbûlê di otêleka bi 5 stêrkî de bimîne.

Hat destnîşan kirin ku projeya li ser navnîşana "vip.WebitCongress.com"ê ji her kesî re vekiriye. Namzetên ku dikarin heta 25ê cotmehê li ser navnîşanên Twîtterê yên bi navê @WebitCongress'e #Webit û vip.webitcongress.comê peyamên xwe bişînin û lazim e ku diyar bikin ka çima qezenckirinê heq dikin.

Bi RTan ve namzetê ku herî zêde piştgiriyê bigre dê bikaribe xwe bigihîne bi hezaran beşdarvanên kongreyê. Ev kesê ku qezenc bike ji bilî beşdarvanan dê bikaribe bi axaftvan, rêvebir û serokên li kongreyê re xwarinê bixwe û hevdîtinan bike.

Dê ji nav kesên ku piştgiriyê didin namzetan jî yek bê hilbijartin û bêpere bê kongreya ku Stenbolê tê lidarxistin û "Altin Paso"yê bi dest bixe.

Dê ji 103 dewletan rêvebirên teknolojiya dîjital û telekomunîkasyonê jî beşdarî vê kongreyê bibin. Ji 8 hezarî zêdetir beşdarvan û axaftvan hene. Di vê organîzasyonê de dê 6 çalakiyên girîng û fûara ticaretê jî hebin.

Di roja yekemîn a kongreyê de, di konferansa "Digital Marketing and Innovation" de, di rûniştina bi sernavê "How to drive engagement through content"ê de jî Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çûloglû jî dê wek axaftvan beşdar bibe.

Ji çar aliyên cîhanê ji 300î zêdetir endamên çapemeniyê, gelek nasîner û sponsor jî dê beşdarî 5emîn Kongreya Webîtê bibin.

Der barê kongreyê de agahiyên berfireh li ser navnîşana www.webitcongress.comê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın