Xeberên saziyî

Ajansa Anadoluyê bi "Projeya Sifreya Memleket" va lezzetên Tirkiyeyê dide nasîn

Ekip  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 21.02.2026
Ajansa Anadoluyê bi "Projeya Sifreya Memleket" va lezzetên Tirkiyeyê dide nasîn

Ankara

 Ajansa Anadoluyê (AA) bi "Projeya Sifreya Memleket" va ewê seranserê meha Remezanê lezzetên Tirkiyeyê bide nasîn.

AAyê bi armanca danasîna Anadoluya ku xwedî axe bi bereket e û çanda wê ya dewlemend a xwarinê, Projeya Sifreya Memleket amade kir.

Di çarçoveya projeya ku bi beşdariya Şaredariya Karatayê hatiye amadekirin da, tamên ji herêmên cuda, bi tarîfeyên ku ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhastin, dê di seranserê meha Remezanê da bi dîmen û wêneyên ku li seranserê welêt ji aliyê ekîbên AAyê va hatine kişandin, bên nasandin.

Vîdyoyên multimedia yên ku di çarçoveya projeyê da hatine amadekirin dê li ser hesabên medyaya civakî û kanala YouTubeyê ya AAyê werin parvekirin.

Projeya ku bi hemahengiya Rêveberiya Nûçeyên Welêt a AA tê ajotin, dê pêvajoya amadekirin û malzemeyên xwarin û tamên cûrbecûr nîşan bide, di heman demê da hin nirxên siruştî û çandî yên herêmê jî pêşkêşî temaşevanan bike.

Armanca projeyê ew e ku lezzet û dewlemendiya gastronomîk a Tirkiyeyê hem li nav welat û hem jî li qada navneteweyî bide nasîn.

Weşana beşên nûçeyan ên ku di çarçoveya "Projeya Sifreya Memleket" da hatine amadekirin dê sibê dest pê bike û di roja sêyemîn a Cejna Remezanê da biqede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın