Ajansa Anadoluyê 101 sal e dengê Anadoluyê ji bo dinyayê radigihîne

Ankara
Ajansa Anadoluyê (AA) ku di Şerê Rizgariyê da 6ê Nîsana 1920an bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk hat avakirin, 101 sal e dengê Anadoluyê ji bo dinyayê radigihîne.
AAya ku 17 roj berî vebûna Meclisê hat avakirin, bi tecrubeya xwe ya 100 salî zêdetir ji bo nûçeyên rast, çavkanî ye.
AA ku yek ji ajansên rêzdar û xwedî bandor ên dinyayê ye, bi nûçe û dîmenên xwe yên bilez va ji ajansên din cuda dibe.
Damezirandina Ajansa Anadoluyê di rojên dijwar ên "Têkoşîna Neteweyî" da pêk hat.
Xazî Mustafa Kemal Ataturk di wan rojan da dixwest dengê Têkoşîna Neteweyî bigîhîne dinyayê û ji bo vê yekê jî dixwest ajansekê ava bike.
Di 16ê Adara 1920an da Stenbol bi fermî hat dagirkirin, Meclisa Maebusan hat girtin. Xazî Mustafa Kemal di 19ê Adarê da nivîsek ji bajaran ra şand ku ji bo ku li Enqereyê Meclisek bicive divê hilbijartin bê kirin. Hin rewşenbîrên dizanibûn êdî ew nikarin li Stenbolê bimînin jî dixwestin beşdarî Têkoşîna Neteweyî bibin û ji xwe ra rêyek digeriyan. Ev geşedan wê bûbûya sedema avakirina Ajansa Anadoluyê.
Avabûna AAyê di wan rojên zehmet da pêk hat. Ji wan rewşenbîrên dixwestin beşdarî Têkoşîna Neteweyî bibin jê du kes jî Yunus Nadî (Abalioglu) û Halîde Edîp (Adivar) bûn. Dema ew diçûn Anadolyê û wan li rawestgeha Akhîsarê navberak da ew li ser vê fikrê axivîn ku çawa ew bigîhîjin Enqereyê ewê teşkîlateke ajansê ava bikin.
- Bi tamîma dîrokî hat damezirandin
Tamîma ku Mustafa Kemal Paşa li ser avakirina Ajansa Anadoluyê ji seranserî welêt ra şand wiha ye:
"Saltanata Osmaniyan ku mala Îslamê ye, piştî ku ket destê dijminan, hemû welêt û neteweya me bi talûkeyeke pir mezin re rû bi rû ma. Ji bo ku haya misilmanan bi şerê pîroz ê ku hemû Rûmelî û Anadolu ketê bikeve, saziyek (Anadolu Agency) hat avakirin.
Anadolu Agency wê bi belge nûçeyan çêbike û ji çavkaniya eslî agahiyê bigre. Tê ricakirin ku ji bo vê jî divê ev agahiyên ajansê li wan deran bi taybetî jî bila rêxistina me ya Mudafaayê Hiqûqê agahiyên ajansê li kolanan daliqînin, belav bikin û bigihînin gundan. Çi qas ji dest tê bila ev agahî werin berbelavkirin. Ji bo vê jî bi lez û bez verastkirin werin kirin û pişt re agahî werin dayîn."
- Nûçeya ewil 12ê Nîsana 1920î hat weşandin
Ajansa Anadoluyê ku di şertên dijwar ên wan rojan da hat avakirin, nûçeyên xwe yên ewil di 12ê Nîsana 1920î da serwîs kirin. Di bultena ewil da qala rewşa ku welêt tê da ye hat kirin û di vê çarçoveyê da cih dan mebesta avakirina Ajansa Anadoluyê. Di bultenê da qala girîngiya belakirina bultenên Ajansa Anadoluyê hat kirin, dîsa ji bo belakirina bultenên ajansê hat destnîşankirin ku torek were avakirin û ev tor bi pergal were xebitandin. Di bultena ewil da him nûçeyên nav welêt him nûçeyên derveyî welêt cih girtin.
Bultena ewil a ku ajansê serwîs kir ev e:
Navenda me ya dewletê piştî ku ket destê dijminan, Mudafaayê Hiqûqa Anadolu û Rûmelyê rabû ser piyan. Anadolu Agency ji bo ku birayên me yên dîn û welêt nûçe û agahiyên herî rast hildin hat avakirin. Ajans ji îro pê ve dest bi wezîfeyê dike. Divê agahî û nûçeyên ku îro hatin bidestxistin, li wan deran bên belavkirin ku zêdetir kes bixwînin û bizanibin. Bi vê mebestê em ji we hemûyan rica dikin ku hûn li wan deran rêxistinan ava bikin û agahiyên ku em her roj didin li deriyên telgrafxaneyan ve li ser lewheyên reş binivîsin, li cihên ku alav hene çap bikin, biweşînin, belav bikin, bişînin nahiyeyan; heta bişînin gundan. Em ji bo vê alîkariya we rica dikin. Piştî vê destpêkê, agahiyên îro yên dawî li jêr in...
- Navnîşana nûçeyên rast
Avakirina ajansê bi awayên fermî ji hemû welêt re hatiye ragihandin. Piştî vê dîrokê, ajansê der heqê hincetên têkoşîna neteweyî ya Anadoluyê, geşedanên têkoşîn û hêmanên din ên têkoşînê de hewl da ku ji hundur û derve nûçe û agahiyên herî rast werin çêkirin.
Mustafa Kemal ji bo ku AA li nav welêt çalak bibe û kar û barê xwe bi rê ve bibe, pê re eleqedar bû, lewra bawer kiriye ku propagandaya têkoşîna millî girîng e. Ji bilî daxuyandina avakirina AAyê, hewl da ku bultenên ajansê bên belavkirin û ji bo vê nivîs nivîsandiye û hişyarî daye.
Mustafa Kemal di 18ê Nîsana 1920î de ji Navenda Telgrafê ya Anadoluyê re tamîmek şand û di tamîmê de got ku bultenên Anadolu Agencyê ji hin deran re nayên şandin û ji bo vê şikyat tên kirin. Her wiha got ku bultenên AAyê wê bi telgrafan werin şandin. Mustafa Kemal di tamîmê de ragihand ku heke di şandina nûçeyên AAyê de qusûr derkevin, pêkan e ku ev bibe "sûcê welêt".
- AA bû "dengê" Têkoşîna Neteweyî
Avakirina AAyê li Anadoluyê kelecaneke mezin çêkir, lewra geşedanên ser Têkoşîna Neteweyî û hikûmeta Enqereyê dihat meraqkirin û di dilan da daxwaza serxwebûnê hebû. Piştî temîma Mustafa Kemal Paşa, ji çar aliyê welêt seba avakirina AAyê ji Enqereyê ra telgrafên pîrozkirinê hatin. Di van telgrafan da dihat ragihandin ku ew ji bo belakirina bultenên AAyê amade ne ku bigihînin gel.
Ji bo ku nûçeyên AAyê bigîhîjin eskerên li ser eniyê jî tevdîr hatin dîtin. Bultenên Ajansa Anadoluyê ji bo ku hişmendiya gel zêde bike gihaşt çapemeniya Anadoluyê jî.
Ji hêla din bi fermana Mustafa Kemal Paşa va ji bo ku nûçeyên AAyê bigîhîjin gelê Stenbolê ya di bin dagirkeriyê da ye û rojnameyên Têkoşîna Neteweyî jî gelek hewl hat dayîn.
Bultenên AAyê yên ku naveroka wan ji teblîxatên fermî yên hikûmeta Enqereyê, nûçeyên dijî manîpulekirina raya giştî ya Tirkan, yên gel hişyar dikin, nûçeyên ji TBMMyê û eniyê pêk tên valahiyek tije kir.
Xebatên ewil bi destê Yunus Nadi û Halide Edibê hatin destpêkirin. Paşê bi beşdariya Hamdullah Suphî va hejmara xebatkarên AAyê di mehên ewil da gihîşt 10î. Di serî da bultenên AAyê di odeyeke Mekteba Ziraetê da hatin amadekirin û derfet tunebû ku di matbaayê da gelekî bên weşandin û belavkirin. Ji ber ku du matbaayên li Enqereyê kevn bûn û carê carekî xirab dibûn, bulten bi makîneya teksîrê (şapirograf) dihatin zêdekirin, carinan ji bi destan dihatin zêdekirin û dişandin telgrafxaneyê.
- 26 midûrên giştî wezîfe kir
Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê ewil Alaeddîn Beg bû. Wî di 1ê Çileya 1926an da dest bi kar kir û 1ê Sibata 1931an da wezîfeya xwe dewrî Muvaffak Menemencioğlu kir. Faîk H. Hozar jî di 19ê Cotmeha 1944an da bû Midûr. Hozar di 1ê Hezîrana 1946an da wezîfeya xwe dewrî Muvaffak Sunal kir. Paşê di navbera 1948-1951an da Ziha Gevher Etili midûrtî kir. Saim Nuri Uray di navbera 1951-1952an da, Şerîf Arzik di navbera 1953-1959an da, Fîruzan F. Tekîl di navbera 1959-1960an da, Cemal Aygen di navebra 1960-1961an da mirûrtî kirin.
Erdogan Ulus di sala 1961an da salekî midûrtî kir û wezîfeya xwe dewrî Naîl Mutlugîl kir. Mutlîgîl jî di sala 1963yan da wezîfeya xwe da Munîr Berk. Paşê Atîlla Onuk, Îzzet Sedes, Aytekîn Yildiz, Cevdet Tanyelî, Husamettîn Çelebî, Behîç Ekşî, Ceyhan Baytur, Turgay Uçoz, Ekrem Karaîsmailoglu, Mehmet Akarca, Mehmet Guler, Hîlmî Bengî Kemal Ozturk û Şenol Kazanci bûn midûrên AAyê.
Dema bultenên AAyê dihatin amadekirin wek îro berê jî rêbazên weşanê dihatin şopandin.
Di heyama Şerê Xelasbûnê da ji bo gel bê hişyarkirin, têkoşîna neteweyî bigîhîje serxwebûnê, derewên yekîtiya neteweyî xirab dikin ji holê bên rakirin AAyê dest bi weşanê kir. Ji bo nûçeyên rastîn bide gel AAyê xebatan kir, biryarên Meclisê ragihande gel, ji bo hikûmet û gel bibin yek hewlek da.
Fenerbahçeyê salvegera 101î ya avakirina AAyê pîroz kir
Kuluba Fenerbahçeyê ji bo salvegera 101î ya avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) peyama pîrozkirinê weşand.
Di peyama kulubê da wiha hat gotin: "Ajansa Anadoluyê ya bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk di dema Şerê Rizgariyê da ji bo dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê hatibû avakirin 101 salî ye. Em salvegera 101î ya avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin û temenî dikin ku xizmetên xwe yên ji bo welêt bi salan bidomîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.