Tirkiye

"Îtifaqa vana îtifaqa gel nîne, îtifaqa zilet û iletê ye"

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li Salona Sporê ya Enqereyê beyannameya hilbijartinê ya MHPyê eşkere kir.

Nihat Kavşut  | 26.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
"Îtifaqa vana îtifaqa gel nîne, îtifaqa zilet û iletê ye"

Ankara

ANKARA

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li Salona Sporê ya Enqereyê di civîna nasandina namzedan û beyannameya hilbijartinê ya MHPyê da axivî.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku wê MHP di Meclisê da xurt be û wiha got: "Em ê li Meclisê Partiya Tevgera Neteweperwer bi awayekî hêzdar bînin meqam û ciyê ku layiqî wê ye û gotina wê derbas dibe."

Bahçelî diyar kir ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê li hember bêbextiyê dîwarê ewlehiyê ye û wiha peyivî: "Dema ew roj hat ku dîroka îroyîn bê nivîsandin bawer dikim ku wê heqê MHPyê bê teslîmkirin. Lewra tişta ku em dikin karekî mezin e. Pergala Hikûmeta Serokomariyê li hember bêbextiyê dîwarê ewlehiyê ye."

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ku li ser namzedên parlamenteriyê yên partiya me, rêvebir û hevalên me yên dozê spekulasyonan dikin, qirêj dikin, celadiya şexsiyetê dikin û bi aqilên xwe yên biçûk li ser rojname, televizyon û medyaya civakî gotegotan derdixin bêbext, xaîn û temarê krîpto ne ku êdî can didin.

Hemû kesên ku ji ber xirabûna aboriyê û bihabûna dowîzê kêfxweş dibin û amadehiyê dikin ku vê ji xwe ra bikin ranta siyasî bêbext û xayînên welêt in."

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Komara Tirkiyeyê bi dowîzê nehatiye avakirin û bi dowîzê jî xera nabe. Hêza tu kesî têrê nake ku xera bike."

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Îtifaqa vana îtifaqa gel nîne, îtifaqa zilet û iletê ye."

Bahçelî destnîşan kir ku di beyannameya MHPyê ya hilbijartinê da rakirina ezmûna bicîbûna zanîngehan, bêyî ku prîm bên dayîn dema eskeriyê di nav xizmeta teqawidbûnê da bê hesibandin, jinên biwelidin beriya sîgorteyê heqê ku bikaribin deyn bikin bê dayîn û miaşê herî kêm nekeve ber bacê cî digirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.